Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa Parîsê ya Sûriyeyê bi dawî bû û di encama konferansê de hat ragihandin u ew dixwazin Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê di demeke nêzîk de bê lidarxistin.
Di daxuyaniya konferansê de hat ragihandin ku divê hemû aliyên Sûriyeyê beşdarî vê kongreyê bibin.
Di daxuyaniya dawî ya konferansê de hat diyarkirin ku ev konferans dê bibe destpêka çareseriyeke giştî û da ku hemû aliyên civakî û siyasî yên Sûriyeyê di Kongreya Diyaloga Niştimanî de cih bigirin.
Hat destnîşankirin ku ev pêngava girîng e û divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide vê hewildanê da ku Sûriye bigihîje aramî û aştiyê.
Di daxuyaniyê de behsa vê yekê jî hat kirin ku divê pêvajoya siyasî û diyalog berdewam bike û çareserî bi rêya danûstandinê were dîtin.
Her wiha hat gotin ku divê hemû welatên cîran û yên herêmê jî piştgiriya vê hewildanê bikin û rê nedin ku rewş xirabtir bibe.
Divê were gotin ku beşdarên konferansê bal kişandin ser girîngiya parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û çareserî di çarçoveya yekîtiya Sûriyeyê were dîtin.
“Ji bo avakirina hikûmetekê divê dîrokek were diyarkirin”
Bi beşdariya 20 welat û çend rêxistinên navneteweyî, li Parîsê konferansa Sûriyeyê hat lidarxistin.
Serokkomarê Fransayê parastina ewlehiya Sûriyeyê wekî mezintirîn pirsgirêka li Sûriyeyê bi nav kir û pesnê Kurdên Rojavayê Kurdistanê da.
Di ragihandina konferansê de hat gotin ku divê hemû alî beşdarî konferansa diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê bibin û divê di demeke nêzîk de ji bo hilbijartin û avakirina hikûmetê dîrokek were diyarkirin.
Piştî konferansê daxuyaniyeke hevbeş bi navê beşdaran hat belavkirin.
Welatên wekî Fransa, Behreyn, Kanada, Misir, Almanya, Yewnanistan, Îraq, Îtalya, Japonya, Urdin, Kuweyt, Libnan, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Spanya, Tirkiye, Îmarat, Brîtanya, Yekîtiya Ewropayê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Ereb û Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Dewletên Kendavê beşdarên konferansê bûn.
Naveroka daxuyaniya konferansê
Beşdarên konferansê diyar kir ku ew dê kar bikin da piştrast bibin ku dê Sûriyeyî xwediyê paşeroja welatê xwe bin li gorî biryarnameya 2254an a Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî be.
Her wiha, divê hikûmeta Sûriyeyê pabendî parastina mafên mirovan û azadiyên bingehîn bibe.
Di daxuyaniya konferansê de hat gotin ku divê Kongreya Diyaloga Biştimanî ya Sûriyeyê bi beşdariya hemû aliyên welêt pêk were.
Divê were gotin ku ti nûnerên Kurd di komîteya amadekar a diyalogê de nînin û Durziyan jî beşdariya kongeyê red kiriye.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê encamnameya konferansê belav kir li gorî wê encamnameyê beşdaran tekezî li ser wê yekê kir ku nabe ti kes destwerdanê li kar û barên Sûriyeyê bike û divê Sûriye nebe sedema metirsiyê ji bo cîranên xwe.
Her wiha, divê hikûmeta demkî planeke zelal û diyarkirî ji bo lidarxistina hilbijartinan û avakirina hikûmetekê li ser vê bingehê deyne.
Di beşeke daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hat kirin ku divê civaka navneteweyî hemû rêbazan ji bo dabînkirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyiyan bi kar bîne da ku koçber vegerin malên xwe.
Her wiha, rakirina cezayên li ser Hikûmeta Sûriyeyê yên ku ji sala 2011an ve ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê ve hatibûn sepandin jî beşeke girîng a guftûgoyan bû.
Macron: Em deyndarê HSDyê ne
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di konferansê de gotarek pêşkêş kir û got
"Em deyndarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in ku di şerê li dijî terorê de hevalbendekî hêja bûn.
Em li hemberî hevalbendên xwe wefadar in ji ber ku em dizanin bê em çi qasî deyndarê wan in."
Macron got, "HSD bûn ku bi mêrxasî mil bi mil hevpeymaniya navneteweyî re şer kir.
Di vê gavê de erkê me ew e ku em berjewendiyên wan biparêzin û dev ji wan bernedin wekî ku me hewl da sala 2018an bikin dema ku vekişîna destpêkê çêbû."
Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, ew komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve piştgirî li wan tê kirin êrişên xwe yên li ser HSDyê zêde kirine.
Fransa, Amerîka û hevalbendên rojavayî yên din ji Tirkiyeyê dixwazin ku dawî li êrişên xwe bîne û herwisa rayedarên nû yên Şamê han dane ku li gel Kurdan gotûbêj bikin da ku bibin beşek ji Sûriyeya nû.
Fuad Husên: Divê dijî DAIŞê hevahengî hebe
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî da zanîn ku divê bi hevahengiya hikûmeta nû ya Sûriyeyê û Hevpeymanên Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê planên kar û operasyonên leşkerî yên hevbeş li dijî DAIŞê bên kirin.
Fuad Husên li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê FuaD Husên re civiya.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê li ser civînê daxuyanî da û diyar kir ku di wê civînê de behsa guherînên ewlehiyê yên li herêmê hat kirin.
Li gorî daxuyaniyê şerê li dijî DAIŞê tevgera DAIŞê ya li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê di civînê de hatiye gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse