Li Idlibê çandiniya gulan bûye çavkaniya debara rojane

12-05-2023
Loloxan
Li Idlibê çandiniya gulan bûye çavkaniya debara rojane
Li Idlibê çandiniya gulan bûye çavkaniya debara rojane
Nîşan Idlib Gul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çandiniya gulan li bakurê rojhilatê Idlibê bûye çavkaniyeke debara jiyana beşekî xelkê  wê navçeyê bi taybetî ji bo jinan, yeka ku vî karî dike dibêje çandina gulan wê bextewer dike û malbata xwe bi vî karî xwedî dike.

Xwediyên çewligên gulan ji ber nebûna bazareke germ a firotina berhemê xwe gazinan dikin. Çandiniya gulan li navçeya Killê ya bakurê rojhilatê Idlibê bûye çavkaniya debara jiyana beşekî xelkê Sûriyê.

Keçên gulçin li nav çewligên gulan tenê dixwazin alîkariya malbatên xwe yên li nav kampan bikin.

Gulçin Cemîle Ehmed anî ziman, “Ez gulan diçinim. Ez ji kampê hatime ji bo gulan biçinim, çinîna gulan min bextewer dike. Tevî ku stirî destên min diêşînin lê sebra min heye karê xwe berdewam bikim, daku debara jiyanê bo malbata xwe bidest bixim.”

Di salên dawî de, çandiniya gulan li bakurê Idlibê bi rêjeyeke kêm destpê kiriye.

Xwediyên çewlîkên gulan ji ber nebûna bazareke germ a firotina berhemê xwe gazinan dikin, ku niha yek kîlo gul kêmî dolarekî tê firotin, lewra li bendê ne ev bazar çêbibe daku rêjeya çandiniya gulan jî zêde bikin.

Xwediyê çewliga gulan Mistefa got, “Gul bo gelek tiştan tên bikaranîn, ji wan gulava çêkirî di kargehên guvaştina gulan de, herwiha gul di keresteyên ciwankariyê de tên bikaranîn, bo pizîşkiya xwezayî wek vexwarineke germ û bo çêkirina rîçalê tên bikar anîn. Niha nirx daketiye ji ber bazareke mezin nîne.”

Li navçeya Killê ya Idlibê çandiniya gulan serê Sibatê li nav meştelan destpê dike. Piştî 3ê mehan bo çewlîkan tên veguhestin, niha bi dehan çewlîkên gulên Cûrî li vê navçeyê belav bûne, her çewlîkek ji 6 heta 10 doniman pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst