Herêma Kurdistanê her sal 14 milyon gul dikire

14-02-2024
Herêma Kurdistanê her sal 14 milyon gul dikire / Wêne
Herêma Kurdistanê her sal 14 milyon gul dikire / Wêne
Nîşan Herêma Kurdistanê Roja Evîndaran Gul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bazirganên Herêma Kurdistanê ji bo kirîna gulan her sal milyon dolaran xerc dikin û ev pere diçin welatên derve.

Herêma Kurdistanê salane ji welatên wekî Ekwador, Kenya, Holenda, Îran û Tirkiyeyê 14 milyon gul dikire.

Şehid Ebdulezîzê ku wekî Şehid Gulfiroş jî tê naskirin ji bo Valentineyê (Roja Evîndaran) milyonek gul ji welatên din kirîne û niha bihayê gulan du qetan zêde bûye.

Şehid Gulfiroş diyar kir ku wî tenê ji bo Roja Evîndaran milyonek gul kirîne.

Şehid Gulfiroş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Herêma Kurdistanê gulan herî zêde ji Kenya, Ekwador û Holendeyê dikire û hinek gul jî ji Îranê tên hawirdekirin.

“Heftane 300 hezar gul tên”

Şehid Gulfiroş bal kişand ser pereyên ku ji bo gulan diçin derve û got:

“Salane bi milyonan dolar ji bo gulan ji Herêma Kurdistanê diçin derve.

Herwiha heftane nêzîkî 300 hezar gulan tînin Herêma Kurdistanê.”

Şehid Gulfiroş bi giştî gulan li ser hev difiroşe û li Hewlêrê dikaneke wî ya gulan jî heye.

Gul biha bûne

Şehid Gulfroş destnîşan kir ku gul ji ber Roja Evîndaran du qetan bihatir bûne lê rewş li seranserê cîhanê wiha ye û got:

“Berê bihayê yek çiqla gula sor 3ê hezar dînar bû, niha bûye 5 hezar dînar.”

Gulfiroş amaje pê kir ku hinek kes ji bo gulan pereyekî zêde xerc dikin û ev mînak da:

“Mişteriyê me hebû ku bi bihayê 20 milyon dînarî gul diyarî evîndara xwe kirin.”

Li aliyê din, Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Ne diyar e salane çiqas gul tên hawirdekirin. Bi piranî ji welatên Ewropayê bi taybetî ji Holendayê tên hawirdekirin.

Ji Îran û Tirkiyeyê jî gul tên kirîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst