Her sal bi hezaran geştyar ji bo dîtina gulan diçin bajarê Keukenhofê

01-06-2024
RÛDAW
Nîşan Hollanda Keukenhof Gul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji bedewiyên biharê, em li ku dera cîhanê bin, dîtin û bêhnkirina gulan e, gulên nû pişkivî û rengîn.

Tişta ku herî zêde bala min dikişîne pişkivîna gulan li cihên dijwar ên ku bi kevir û tiştên din hatine dorpêçkirin e.

Ji ber vê yekê ez yekser telefona xwe ya destan derdixim û wêneyê wê gula wêrek digirim.

Îcar bîne pêş çavê xwe tu biçî derekê bi hezaran gul bi carekê pişkivîbin û hemî rengan vehewîne û tije mirov be ku hatibin xweşiyê ji wê rindî û bêhna xweş bibînin.

Ev ne xeyal e û li Keukenhofa nêzî Amsterdamê heye. Cihek ku her sal biharê ji çar aliyên cîhanê bi hezaran kes têne serdana wê.

Du malbatên Kurd dabaşa serpêhatiya xwe ya di nav gul û gulzarên Holandayê de dikin.

“Cihekî gelekî xweş e”

Emma û Noaha ku du keçên ciwan ên Holendî ne, ji bakurê welêt, hatine celeb û rengên cuda yên gulan bibînin, dibêjin:

"2 roj bêhnvedana me hebû, em hatin vir çimkî bi me cihekî xweş e û xelk jî behs dikin.

Herwisa me gelek wêneyên vir bi online dîtibûn, lewra me xwest bên serdana wê.

Gelek kes li Holendayê tew derve jî vir wekî cihekî zafî geştyarî dibînin."

Emmayê got, "Ji ber vê yekê me xwest ku em carekê bibînin.

Cihekî pir xweş e û pir xweş hatiye organîzekirin jî. Hemî baxçe û hemî gul pir xweşik in."

“Em hatin vir ji ber ku em dixwazin hemû gulan bibînin”

Peterê ku geştyarekî Holendî ye got:

“Em ji bo rojekê hatine vir. Em ji nêzîkî bajarê Arnhemê hatine û li wan derdoran dimînin.

Keça me ya biçûk bêhnvedan ji dibistanê stendibû, loma me got bila em çend rojan bêhnvedaneke xweş bistînin.

Em îro li Keukenhofê ne, sibe jî em dê rojekê biçine Amsterdamê û li wir rakevin.

Helbet ev jî ji ber ku rojbûna jina min e. Em dixwazin rojeke xweş derbas bikin.

Em hatin vir ji ber ku em dixwazin hemû gulan bibînin. Em pir ji helaleyê hez dikin û em kêfxweş in ku em li vir in.

Ev li Hollandayê ye û em qet nehatinê! Xweş e jî ku kesên ji derveyî Hollandayê têne vir."

“Mirov ji her derê tên”

Tesaya ku li wir firoşkara dondirmeyê ye got:

"Rojeke xweş û qelebalix e, mirov ji her derê tên, ji çar nikalên cîhanê, ji Amerîka heya Çînê tên, hemî tên van gulên bedew bibînin, nemaze helaleya me ya Hollandî ya xweşik.

Dema koronayê xelk kêmtir bûn an jî girtî bû lê vêga ji berê qerebalixtir e.

Ev der zaf xweş e û heke hûn bikarin carekê werine vir."

Du malbatên Kurd ku ji bo dîtina gulan wekî geştyar çûne herêmê.

Wan jî got, "Em her sal tên serdana Keukenhofê."

Emîr Kerkûkî ku yek ji endamên malbatan e ji Rûdawê re got:

"Her sal ji bo qedandina demeke xweş û dîtina wê bedewiyê em tên vir û çawa xelk li Kurdistanê di biharan de diçin geşt û seyranê, em jî têne wî cihî û demeke xweş diqedînin.

Xelk ji hemî welatan tên ji bo dîtina wî bexçeyê tijî gul û seqaya vir rind e û li vir tu dengê çûkan dibihîzî û bêhna gulên xweş dikî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst