Li Idlibê çandiniya gulan bûye çavkaniya debara jiyanê

10-05-2023
Loloxan
Li Idlibê hejmarek jin bi çandina gulan debara jiyana xwe û malbatên xwe dikin. Wêne: Aaref WATAD / AFP
Li Idlibê hejmarek jin bi çandina gulan debara jiyana xwe û malbatên xwe dikin. Wêne: Aaref WATAD / AFP
Nîşan Idlib Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çandiniya gulan li navçeya Killê ya bakurê rojhilatê Idlibê bûye çavkaniya debara jiyana beşekî xelkê Sûriyê. Keçek ku vî karî dike dibêje, çandina gulan wê bextewer dike û malbata xwe bi vî karî xwedî dike. Xwediyên çewlîkên gulan ji ber nebûna bazareke germ a firotina berhemê xwe gazinan dikin.

Keçên gulçin li nav çewlîkên gulan dixwazin alîkariya malbatên xwe yên li nav kampan bikin

Cemîle Ehmed yek ji wan kesan e ku bi gulan debara malbata xwe dike û dibêje: “Ez gulan diçinim. Ez ji kampê hatime ji bo gulan biçinim, çinîna gulan min bextewer dike. Tevî ku stirî destên min diêşînin lê sebra min heye karê xwe berdewam bikim, daku debara jiyanê bo malbata xwe bidest bixim.”

Di salên dawî de, çandiniya gulan li bakurê Idlibê bi rêjeyeke kêm destpê kiriye.

Xwediyên çewlîkên gulan ji ber nebûna bazareke germ a firotina berhemê xwe gazinan dikin, ku niha yek kîlo gul kêmî dolarekî tê firotin, lewra li bendê ne ev bazar çêbibe daku rêjeya çandiniya gulan jî zêde bikin.

Ednan Mistefa, xwediyê çewlîka gulan dibêje: “Gul bo gelek tiştan tên bikaranîn, ji wan gulava çêkirî di kargehên guvaştina gulan de, herwiha gul di keresteyên ciwankariyê de tên bikaranîn, bo pizîşkiya xwezayî wek vexwarineke germ û bo çêkirina rîçalê tên bikar anîn. Niha nirx daketiye ji ber bazareke mezin nîne.”

Li navçeya Killê ya Idlibê çandiniya gulan serê Sibatê li nav meştelan destpê dike.

Piştî 3ê mehan bo çewlîkan tên veguhestin, niha bi dehan çewlîkên gulên Cûrî li vê navçeyê belav bûne, her çewlîkek ji 6 heta 10 doniman pêk tê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst