Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Idlibê xwepêşandan li dijî Desteya Tehrîr El-Şam û hikûmeta wê ya bi navê Hikûmeta Înqaz kirin û xelk ne razî ye ku zekatê bide Desteya Tehrîr El-Şam.
Piştî ku xelkê fermanên hikûmeta Înqaz ya Tehrîr El-Şam, yên di derbarê komkirina zekatê de red kirin, hikûmeta Înqaz ew yek qebûl nekir û çekdarên Tehrîr El-Şam bajarokê Kefir Texarîm dorpêç kirin û piştre, êrîşî wî bajarokî kirin, lê xelkê wê navçeyê daxawaza hilweşandina Desteya Tehrîr El-Şam û hikûmeta Înqaz dikin.
Li bakurê rojavayê Idliba bakurê Sûriyê, xelkê bajarokê Kefir Texarîm xwepêşandanek li dijî Desteya Tehrîr El-Şam pêkanîn. Piştî xelkê fermanên komîteyên komkirina zekat û bacan ên hikûmeta Inqazê yên wê rêxistinê ve red kirin, hikûmeta Inqaz ew yek qebûl nekir. Berî du rojan çekdarên Tehrîr El-Şam Kefir Texarîm dorpêçkirin û piştre êrîşî bajarok kirin, di encam de hinek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
Xwepêşenderê bi navê Kefir Texarîm radigihîne, “Em bi vê xwepêşandanê rabûn, ji ber daxwazên me daxwzên hemû gel e, divê kuştin û dizî rawest e, ev gel ji aliyê rejîmê û hemû cîhanê sitem lê hat kirin, û niha hikûmeta Inqaz jî hatiye sitemê lê dike, hûn ne hikûmeta Inqazin hûn hikûmeta jinavçûnê ne.”
Piştî şer û xwepêşandanê, rewş li Kefir Texarîm aloztir bû, vê yekê kir ku rihsipiyên bajarok bi navbênkariya Cebheya Niştîmanî bo Rizgarkirinê li gel Tehrîr El-Şam bicivin û rewşê asayî bikin, lê xelkên bajarok pêdagirin li ser hilweşandina desteyê û hikûmeta wê.
Herwiha ew xwepêşanderê bi navê Kefir Texarîm dibêje, “Em îro li parêzgeha Idlibê derketin e xwepêşandanê, daku Tehrîr El-Şam ji hemû navçeya rizgarkirî û bakur derkeve, îro ji bo komkirina zikat û bacan êrîşî Kefir Texarîm kirin, xelk ji wê yekê nerazî ne, xelk wan naxwaz in, tiştek li ba xelkê nemaye pê debara jiyana xwe bikin. Divê Deste û hikûmeta Inqazê xwe bi yekcarî hilweşînin.”
Destpêka 2019ê Desteya Tehrîr El-Şam, Nusreya berê, ku di nav lîsteya terorê ya navdewletî de ye, karîbû piraniya parêzgeha Idlibê kontrol bike û hikûmeta Inqaz ragihîne, lê vê yekê nerazîbûn li ba grûpên çekdar li parêzgehê û bakurê Sûriyê li pey xwe anî, herwiha gelek caran jî xwepêşandan li dijî Desteyê û hikûmeta wê hatine kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse