Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî hezar kesî bûne qurbaniyên şer û pevçûnên di navbera leşkerên artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ên li rojavayê Sûriyeyê.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, 745 kesên sivîl hatine kuştin li gel 125 endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê, li hemberî vê, 148 çekdarên alîgirên Esed hatine kuştin.
Çavkaniyên xwecihî yên Sûriyeyê ragihand ku piraniya şer û pevçûn û kuştinan li bajarên Ceble û Baniyasê ku wekî bingeha Elewiyan tên hesibandin, qewimîne û gelek jin û zarok jî di nav qurbaniyan de hene.
6ê Adarê, rayedarên birêvebirya nû ya Sûriyeyê ragihand ku hêzn wan li bajarên Tertûs, Laziqiye, Ceble û Baniyasê ku bi herêmên beravê yên Sûriyeyê tên naskirin dest bi operasyoneke taybet kiriye ji bo rûbirûbûna komên çekdar ên alîgirên serokê berê yê Sûriyeyê.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihandiye ku roja şemiyê hemû rêyên ku diçin wan bajaran hatine girtin, ev jî bi armanca kontrolkirina rewşê û vegerandina aramiyê ji bo navçeyê ye.
Çavkaniyekê ji wezaretê ragihandiye ku her endamekî hêzên ewlehiyê ku ti binpêkirinekî li hemberî şêniyên navçeyê kiribe, ji aliyê Dadgeha Leşkerî ya Sûriyeyê ve dê were darizandin.
Her wiha çavkaniyên xwecihî amaje bi wê yekê dikin ku ji dema destpêkirina şer û pevçûnan, bi hezaran Elewî û Xiristiyanên herêmên rojavayê Sûriyeyê, koçber bûne û berê xwe daye herêmên din ên vî welatî.
Li gorî agahiyên şahidan, herî zêde kuştin û binpêkarî li bajarên Ceble û Baniyasê hatine kirin.
Şêniyên wan her du bajaran, endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeya nû bi pêkanîna komkujiyê ya li wan herêman tawanbar dikin û bi sedan term li ser kolanan in û kesûkarên wan newêrin biçin termên xwe wergirin.
Lê çavkaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihandiye ku êvara roja şemiyê, piraniya wan herêmên ku şer û alozî lê derketine, ji aliyê hêzên ser bi rayedarên nû yên Sûriyeyê ve hatine kontrolkirin û rewş aram bûye.
Serokê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ragihand ku ev pêla nû ya şer û pevçûnan "yek ji pevçûnên Sûriyeyê yên herî bi bi xwîn e ku di dirêjahiya 13 salên şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hatiye dîtin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse