ENKS: Rejîma berê hewl dide aloziyan derxîne

08-03-2025
RÛDAW
Nîşan ENKS Sûriye Alozî Laziqiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) derbarê rûdanên li peravên Sûriyeyê got, “Rejîma berê hewl dide aloziyan derxîne.”

Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê, di navbera komeke çekdar û leşkerên niha yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer derket û gelek kes hatine kuştin.

Tê gotin ku koma çekdar ji leşkerên berê yên artêşa Beşar Esed pêk tê.

ENKSyê derbarê wna rûdan daxuyaniyek da û kiryarên çekdarî ku li gorî wan “aramiyê û hêzên ewlehiya giştî dikine armanc” şermezar kir.

“Em rûdanên li peravên Sûriyeyê dişopînin”

ENKSyê da zanîn ku rûdanên li peravên Sûriyeyê dibînin û dişopînin.

ENKSyê got, “Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê bi awayekî cidî li pey pêşveçûnên li peravên Sûriyeyê ye ku şahidê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlehiya giştî û komên çekdar ên ku ji aliyê efser û endamên rejîma berê ve tên birêvebirin dike.

Di encama van pevçûnan de bi sedan kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in, ev yek jî êş û azarên gelê Sûriyeyê kûrtir dike û rewşa alozî û parçebûnê xurttir dike.”

ENKSyê amaje bi wê yekê kir ku ev bûyer di demekê de ne ku xwepêşandan li gelek deverên Sûriyeyê zêde dibin û daxwaza beşdariya hemû pêkhateyan di pêkanîna destûrê û paşeroja welêt de dikin.

“Em êrişên hêzên ewlehiya giştî dikin armanc şermezar dikin”

ENKSyê êriş şermezar kir û got:

“Em operasyonên çekdarî yên ku ewlehî û hêzên ewlehiya giştî dikin armanc şermezar dikin û em dibînin ku rejîma dîktator a ku welat wêran kiriye û milyon kes koçber kirine hîn jî hewl dide ku ji rewşa heyî sûdê wergire ji bo belavkirina aloziyê û têkbirina aştiya civakî.”

ENKSyê her wiha derbarê siyasetên dûrkirinê yên hikûmeta demkî hişyarî da û got:

“Ev siyaseta radîkal û ya dûrxistina a hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dê krîzê kûrtik bike û encamên wê yên cidî dê li ser paşeroja Sûriyeyê hebin.”

ENKSyê ji bangî rêveberiya nû kir ku bi zanebûn serederiyê li gel tişta ku dibe bike û tedbîrên bilez ji bo rawestandina binpêkirinên li peravên Sûriyeyê Sûriyê wergire û helwestên tayifî red bike.

ENKSyê di heman demê de xwesteka xwe xwe ji bo diyalogeke neteweyî ya bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê li ser bingeha pirrengî û demokrasiyê, bêyî ti serwerî û kontroleke siyasî anî ziman û ji civaka navneteweyî ji xwest ku alîkariya danasazkirina bingehên dewleta nû bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst