Li Dêre Zorê ala DAIŞê hat bilindkirin

07-07-2023
Loloxan
Nîşan Ala DAIŞê Dêre Zor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê el-Izbe li rojhilatê Dêre Zorê, di xwepêşndaneke welatiyan dijî şewitandina kopiyek Quranê dawiya Hezîrana borî li Swêdê, alaya DAIŞê hat bilindkirin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) li bajarokê el-Izbe li rojhilatê Dêre Zorê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, di xwepêşndaneke welatiyan dijî şewitandina kopiyek Quranê dawiya Hezîrana borî li Swêdê, alaya DAIŞê hat bilindkirin.

Piştre HSDê hêzeke komando û hêzeke HAT şandin bajarokê Izbe û navçe dorpêç kirin û dest bi pişkinînê kirin lê ti kes desteser nekirin.

Roja 5ê Temûzê jî li bajarokê el-Buseyre li rojhilatê Dêre Zorê, di xwepêşandenekê de alaya DAIŞê hatibû bilindkirin.

Di Adara 2022an de jî li gundewarê rojhilatê Dêre Zorê çend caran alaya DAIŞê hatibû bilindkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst