HSDê li ser tevgera hêzên xwe ya li Dêre Zorê daxuyaniyek belav kir

12-07-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Dêre Zor Tevger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê tevgera hêzên xwe ya li Dêre Zorê de got “Di rojên derbasbûyî de hin dezgehên ragihandinê agahiyên ne rast li ser tevgera hêzên me ya li herêma Dêra Zorê belav kiribûn, em piştrast dikin ku hemû agahiyên belav bûne spekulasyon in.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriy Demokratîk (HSD) li ser tevgera hêzên xwe ya li Dêre Zorê daxuyaniyek belav kir.

HSDê li ser îdiayên ku di medyayê de hatine belavkirin de got “Di rojên derbasbûyî de hin dezgehên ragihandinê agahiyên ne rast li ser tevgera hêzên me li herêma Dêra Zorê belav kiribûn û hin medyayên din jî li ser operasyon û cihê îhtîmala ku hêzên me berê xwe bidênê spekulasyon belav kiribûn. Em piştrast dikin ku hemû agahiyên belav bûne spekulasyon in û li ser hîç bingeheke rasteqîn nîn in.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de HSD dibêje “Di rojên derbasbûyî de hêzên me di çarçoveya operasyonên leşkerî yên rûtîn de ji bo parastina asta pêşketina di şerê li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê de û ji bo bidestxistina asteke baştir a ewlehî û aramiyê ji şêniyan re, di rojên derbasbûyî de bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgerên ne awarte li dar xistin, û tedbîrên xwe li gorî asta metirsiyên şaneyên terrorist zêde kirin.”

Herwiha HSDê di dawiya daxuyaniya xwe de amaje bi yekê kir ku di rojên pêş de ji bo parastina gel û tinekirina şaneyên DAIŞê dê bêhtir çalak bin û wiha berdewam dike “Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di çarçoveya xebatên ji bo dawî li tinekirina şaneyên DAIŞê û parastina gel bê kirin, wê di dema pêş de hîn bêhtir çalak bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst