Berav difûre: Elewiyan parastina navneteweyî xwest

07-03-2025
Nîşan Sûriye Elewî Parastin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan a Sûriye û Diyasporayê ji bo parastina Elewiyan parastina navneteweyî xwest.

Sûriyeya ku ji sala 2011an ve ji nav dest û lepên şerekî xwînrij nefilitiye dîsa difûre.

Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê di navbera komeke çekdar û leşkerên niha yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer derket.

Tê gotin ku koma çekdar ji leşkerên berê yên artêşa Beşar Esed pêk tê.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di van şer û pevçûnan de herî kêm 70 kes hatine kuştin.

SOHRê diyar kir ku her wiha bi birîndar û dîlgirtî jî hene.

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan a Sûriye û Diyasporayê xwest ku qeraxa deryayê ya Sûriyeyê û deverên civaka Elewî di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de bin.

Meclisa Elewiyan daxuyand ku divê xalên beşa 7em a peymana Neteweyên Yekbûyî bên bicihkirin da ku "civaka Elewî û kêmîneyên li Sûriyeyê” biparêze û got:

“Armanca rasteqîne ya karwanên ku dikevin qeraxa Sûriyeyê, bi hinceta ku li pey 'bermahiyên rejîmê' dikevin, tirsandin û kuştina gelê Sûriyeyê bi giştî û civaka Elewî bi taybetî ye.”

Meclisê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, civaka navneteweyî û serok û endamên timî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku "Qeraxên Sûriyeyê û deverên civaka Elewiyan di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de bin.”

Meclisa Elewiyan, ji Şêxê Mezin ê Misilmanên Yekgirtî yên Durzî Hikmet el-Hicrî xwest ku piştgiriyê bide wan û zordariyê ji wan dûr bixe.

"Em piştgiriyê nadin zordaran”

Meclisê îdiayên ku ew piştgiriyê didin endamên rejîma berê û beşdarî sûcan beşdar bûne red kirin û got:

"Em piştgiriyê nadin zordaran û em li gel kesên ku destên wan bi xwîn in jî nasekinin, em li gel heqîqet û dadweriyê disekinin û em amade ne ku her sûcdarê -eger ji me be jî- ku li dijî gelê me sûc kiribe bê darizandin.”

Meclisa Elewiyan a ku Şêx Xezal Xezal birêvebiriya wê dike, "bombebarankirina malên sivîlan” şermezar kiribû.

Meclisê xwestibû ku û îro saet 14:00an li gelek bajarên wekî Laziqiye, Tertûs, Şam û Himsê meşeke aştiyane li dar bixin û "li hemberî zordariyê dengê heqiyê bilind bikin.”

Li hêla din piştî gurbûna şer li Laziqiye, Tertûs û Himsê qedexe hat ragihandin û birêvebiriya nû ya Şamê gelek hêzên leşkerî şandin van deran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst