UNHCR: 270 hezar penaber vegeriyan Sûriyeyê

07-02-2025
RÛDAW
Nîşan Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Sûriye Rojavayê Kurdistanê Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an heta 5ê vê mehê, 270 hezar welatiyên Sûriyeyê ji welatên din vegeriyane welatê xwe.

Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hûrgiliyên ku ji her welatekî çend kes vegeriyane belav nekir lê amaje pê kir ku zêdetirî 5 hezar kesî ji Îraq û Herêma Kurdistanê vegeriyane Sûriyeyê û nêzîkî 400 kesan ji wan navê xwe li ba Neteweyên Yekbûyî tomar kiribû.

UNHCRê diyar kir ku di heman demê de çûyîna xelkê ya ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ya ber bi Herêma Kurdistanê ve berdewam bûye.

Bi rengekî ku nêzîkî hezar û 420 kes ji parêzgehên Hisîça, Heleb û Reqayê çûne Herêma Kurdistanê ku zêdetir ji bo sedemên malbatî û çareseriya tenduristiyê bûne û piraniya wan xwestina xwe ya ji bo vegerê aniye zimên.

UNHCRê ragihand ku wan meha borî di nav welatiyên Sûriyeyê yên li Herêma Kurdistanê, Îraq, Urdin, Libnan û Misirê de rapirsiyek encam daye.

Encama rapirsiyê diyar dike ku ji sedî 80ê penaberên Sûriyeyî dixwazin rojekê vegerin welatê xwe ku Nîsana 2024an amar ji sedî 57 bû.

Rapirsiyê ew jî eşkere kir ku ji sedî 27ê penaberên Sûriyeyî amade ne di 12 mehên bê de vegerin welatê xwe ku amar Nîsana 2024an ji sedî 1,7 bû.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî her wiha da zanîn ku zêdetirî 7,4 milyon kes li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê koçber in û 650 hezar kes ji wan ew in ku ji Çiriya Paşîn a 2024an ve koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst