Reîsî: Divê qebareya bazirganî ya di navbera Îran û Sûriyê de wek ya peywendiyên siyasî be

06-05-2023
Loloxan
Nîşan Îran Sûriye Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di serdana xwe ya ji bo Sûriyê de, nerazîbûna xwe li ser asta kêm ya bazirganiya di navbera Sûriyê û Îranê de anî ziman û tekezî li ser baştirkirina peywendiyên bazirganî di navbera her du welatan de kir.

Sûriye û îran her du welatên ku ketine ber cezayên aborî yên Amerîka. Li gor Hikûmeta Îranê qebareya pevguhertina bazirganiyê di navbera Îran û Sûriyê de, di navbera salên 2011û û heta 2022an, tenê milyarek û 881 milyon û 588 hezar dolar bûye.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî anî ziman, “Qebareya niha ya bazirganî ya di navbera Îran û Sûriyê de bi nerîna me nayê qebûlkirin. Nûneratiya Îradeya siyasî ya herî baş di navbera herdû welatan de nake, em dixwazin pêşketinek di berfirehkirina van peywendiyan de çêbibe. Yek ji wan rêyên ku em bikaribin xwe ji cezayên Rojava vedizin, divê peywendiyeke berdewam di navbera wan welatên ku ceza li ser wan hatine ferzkirin hebe.”

Çarşema borî jî roja yekem ji serdana Reîsî ji bo Sûriyê, li gel Esed çend rêkeftinên demdirêj û stratejîk îmze kiribûn.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got, “Em hêvîdar in ev rêkeftinên ku di navber aherdû welatan de hatine îmzekirin bên cîbicîkirin, bi taybetî di warên aborî û bazirgtanî de, ji ber şiyanên baş li herdû welatan hene. Cîbicîkirina van rêkeftinan bê guman wê bibe sedema başkirina astên peywdniyaên dualî.”

Sûriyê û îran herdû welat ji ber cezayên Amerîka û welatên Rojava dinalin. Li gor hikûmeta Îranê qebareya bihevguhertina bazirganî di navbera Îran û Sûriyê de di navbera salên 2011û û heta 2022an tenê milyar û 881 milyon û 588 hezar dolar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst