Penaberekî Sûriyeyî yê ku hatiye dersînorkirin: Tirkiyeyê bi zorê kaxez bi me dane îmzekirin

03-08-2023
Hisên Omer
Emjed Xetab ê ku ji Tirkiyeyê hatiye dersînorkirin
Emjed Xetab ê ku ji Tirkiyeyê hatiye dersînorkirin
Nîşan Penaberên Sûriyeyî Dersînorkirin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karwaneke din a penaberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê hatine vegerandin. Penaberekî got, "Wisa kirin ku ez kaxezê bi tiliya xwe mor bikim, wek ku ez bi dilê xwe vedigerim."

Deriyê Bab El-Hewayê ya parêzgeha Idlibê ya ku li bakurê Sûriyeyê ye, rojane dibe şahidê vegerandina bi sedan penaberên Sûriyeyî.

Emjed Xetab, penaberekî Sûriyeyî ye ku nû ji Tirkiyeyê hatiye dersînorkirin û Tirkiyeyê ew şandiye bajarê Idlibê. 

Penaberê Sûriyeyî daxuyaniyên Hikûmeta Tirkiyeyê yên li ser “vegera bidil” a penaberan nerast derdixe.

“Wisa kirin ku ez kaxezê bi tiliya xwe mor bikim”

Emjed Xetab ê ku ji Tirkiyeyê hatiye dersînorkirin got:

“Min karkerî dikir da ku jiyaneke birûmet ji malbata xwe re peyda bikim. Piştî ku em koçber bûn, rewş li Idlibê xirab bû. Ez ji bo ku hin tiştan bikirim derketim, wan ez sekinandim, zanîn ku ez Sûriyeyî me, wan ez girtim û birim baregeha polîsan.

Ez 3-4 rojan li ba wan mam, heta karûbarên dersînorkirinê bi serî bûn, êdî wan ez derbasî Sûriyeyê kirim. Wan wisa kir ku ez kaxezê bi tiliya xwe mor bikim, wek ku ez bi dilê xwe vedigerim û paşê ez derbasî Sûriyeyê bûm.

Li vir li Idlibê karê min nîne û jiyan zehmet e. Heger ez kar peyda bikim jî heqdest pir kêm e, debara jiyana min û malbata min pê nabe.”

Rêveberê Ragihandinê yê Deriyê Bab El-Hewayê amarên herî dawî yên li ser penebarên dersînorkirî eşkere kirin.

“7 hezar 300 kesên dersînorkirî gihîştine me”

Rêveberê Ragihandinê yê Deriyê Bab El-Hewayê Mazin Elûş li ser kesên ku Tirkiyeyê hatine dersînorkirin anî ziman:

“Ji destpêka vê salê heta serê meha Tebaxa 2023yan, 7 hezar 300 kesên dersînorkirî gihiştine me. 6 hezar ji wan Sûriyeyiyên ku li parêzgehên Tirkiyeyê dijiyan û hezar û 300 kes jî dema ku wan bi qaçaxî sînor derbas dikir ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine girtin.

Kesên ku hatine dersînorkirin ji çend beşan pêk tên. Hinek ji wan bi rastî bi dilê xwe vegeriyane, hinek jî pirsgirêkên wan li Tirkiyeyê hebûn. Wekî ku îqame li parêzgehekê û ew li parêzgeheke din niştecih be yan jî bi awayekî nerewa li Tirkiyeyê be û belgeyên pêwîst pê re nebin û çend pirsgirêkên din.”

Penaberên ku ji Tirkiyeyê têne dersînorkirin ji bo parêzgeha Idlibê ya di bin kontrola Desteya Tehrîr El-Şam de ye têne şandin. Piştre ew li navçeyên cuda yên ku di bin destê Tehrîr El-Şamê û opozîsyona Sûriyeyê de ne têne belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst