Serdana Îbrahîm Reîsî ya ji bo Şamê: “Îran hest dike rola wê kêm dibe”

03-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Serdana Îbrahîm Reîsî ya ji bo Şamê: “Îran hest dike rola wê kêm dibe”
Serdana Îbrahîm Reîsî ya ji bo Şamê: “Îran hest dike rola wê kêm dibe”
Nîşan Îran Îbrahîm Reîsî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser serdana Serokomarê Îranê ji bo Şamê parlamenterekî Sûrî dibêje, ev serdaneke dîrokî ye, ji bilî gotûbêjkirina rewşa siyasî, berpirsên Sûriyê û Îranê bihêzkirina peywendiyên aborî gotûbêj dikin. Serkirdeyekî ENKSê jî got, Îran dibîne ku niha rola wê li Sûriyê lawaz dibe, bi taybetî di proseya asayîkirina peywendiyên Sûriyê û Tirkiyê de, ku Rûsya roleke sereke dilîze, li gor gotina wî ji ber wê yekê Reîsî serdana Şamê dike ji bo ku rola xwe bihêz bike.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Sûriyê dike û li Şam a paytexta wî welatî, ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed civiya.

Serdan li ser vexwendina serokê Sûriyê Beşar el-Esed e û şandeke siyasî û abûrî ligel Reîsî ye. Serdana Serokê Îranê ji bo Şamê, di demekê de ye ku tevgereke dîplomasî li herêmê heye û welatên Erebî hewl didin pwywendiyên xwe bi Sûriyê re asayî bikin.

Herwiha hewlên Rûsyayê hene ji bo jihevêzîkbûnê di navbera Şam û Enqereyê de. Parlementerekî Sûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê serdanê dike.

Parlementerê Sûrî Elî Ode el-Cedaan anî ziman, “Li ser asta siyasî, ev serdan ji bo gotûbêjkirin û yekalîkirina çend mijaran e, her wiha serdaneke aborî ye, ji bo lezkirinê di hêla aborî ya Sûrî - Îranî de, wiha jî bilindkirina asta nûnertiya aborî heta astên bilind, bi taybetî piştî karesata erdhejê ku Komara Erebî ya Sûriyê rastî wê hat, êdî taybetmendiyeke vê serdanê heye, bi taybetî piştî 12 salan ji serdana Serokê Îranê bo Komara Erebî ya Sûrî, êdî ev serdan dibe serdaneke dîrokî be û peywendiyên Sûrî - Îranî ji deriyên herî fireh wê têkevin dîrokê, bi girêdanên birayetî û bihêzkirina peywendiyan di navbera her du welatan de.”

Serkirdeyekî Encûmena Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, nerîna xwe ya derbarê serdana Reîsî nîşan dide û dibîne ku ev serdan ji aliyekî ve, ji bo xurkitina rola Îranê ye, li Sûriyê.

Endamê Serkirdayetiya ENKSê û PDK-Sê Beşar Emîn li ser serdana Reîsî got, “Serdana Serokê Îranê, niha ji bo Sûriyê, wek ku ragihandin jî dibêje, derbarê hinek rêkeftinên enerjî û elektrîkê ye lê ji aliyê siyasî ve, Îran vê dawiyê hest bi wê yekê kir ku rola wê tê piştguhxistin, bi taybetî pirsên girêdayî Tirkan, ku bêhtir rola Rûsî ye. Îro jî derbarê Komkara Erebî, Îran hest dike rola wê kêm dibe, êdî Reîsî hatiye ji bo bihêzkirina rola xwe, çi di pirsên Tirkan de, çi jî di pirsê girêdayî Komkara Erebî de, ew dê bixwaze ku Sûriye mercên xwe bêhtir tund bike, çima? Ji ber ku bi qasî ku Sûriye ji van rêkeftinan dûr be, wiha jî, rola Îranê li wî welatî xurtir dibe.”

Ji sala 2011yan ve, gelek alîkarî di warên siyasî, serbazî û abûrî de, pêşkêşî Şamê kirine. Îran hevpeymaneke sereke ya hikûmeta Sûriyê ye. Ji 13 salan ve, ev yekem serdana serokekî Îranê ye bo Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst