Îdlib: Koçberên li kampan ji ber baran û sermayê dinalin

01-02-2024
RÛDAW
Îdlib: Koçberên li kampan ji ber baran û sermayê dinalin
Îdlib: Koçberên li kampan ji ber baran û sermayê dinalin
Nîşan Baran Îdlib Kamp Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kampa Selahedînê ya li bakurrojavayê parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê penaber ji ber sermayê rojên zehmet derbas dikin.

Barana gur û sermaya dijwar rewşa koçberan xirabtir kiriye.

Hemû koçberên kampê xelkê Çiyayê Kurmênc ê bakurê Laziqiyê ne.

Rêveberê Kampa Selahedînê Yasîn Ehmed got:

“Em 540 malbat li nav kampê dijîn. Em ji ber sermaya dijwar a zivistanê û lehiyan dinalin. Kon me ji serma û baranê naparêzin.

Piraniya xelkê ji bo ku xwe germ bikin naylonan dişewitînin. Nirxê sotemeniyê giran e. Êzing kêm in û xelk desteng e. Kon dilopan dikin û ji derve av derbasî nav wan dibe.”

Piraniya kampên koçberên Sûriyeyê yên li parêzgeha Îdlibê bi awayekî bêserûber hatine vedan, dema ku baran konên kampê di bin avê de dimînin.

“Pêwîstiya me bi konên nû heye”

Koçbera Çiyayê Kurmênc Yasmîn Eliyê jî anî ziman:

“Rewşa me li nav kampê zêde xirab e. Em zêde li ber xwe didin da ku bijîn. Jiyana me zêde zehmet e. Kon bi ser me de dikevin.

Em bi her awayî wan girê didin û dişidînin da ku ava baranê derbas nebe. Ne sotemenî û ne êzing. Temaşe bike em di nav av û heriyê de ne. Pêwîstiya me bi konên nû heye.”

Li bakur û bakurrojavayê Sûriyeyê zêdetirî 2 milyon koçber li nav 2 hezar kampên bêserûber dijîn.

Li gorî Kum Spiyan, Kanûna Paşîna îsal ji ber barana zêde 48 kamp di bin avê de mane, hezar û 118 kon jî ji nav çûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst