Sedr ji alîgirên xwe re dem diyar kir: Paşde vekişin

30-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr demjimêrek muhlet da alîgirên xwe daku ji Herêma Kesk a Bexdayê û qada xwepêşandan û grevê vekişin. Muqtedar Sedr herwiha dilgiraniya xwe ji alozî û tundiyên duh û îro yên li Iraqê nîşan da û lêborîna xwe ji gelê Iraqê xwest.

Muqteda Sedr îro li cihê mana xwe li Henane ya bajarê Necefê derbarê rewşa dawî ya Iraqê û aloziyên du rojên dawiyê li Herêma Kesk a Bexdayê konferanseke rojnamevanî saz kir.

Sedr di vê preskonferansê de got, “Ji gelê Iraqê lêborîna xwe dixwazin û gelê Iraqê zirarmendê yekem bû.”

Rêveberê Tevgera Sedr diyar kir, “Berê niştimana min dîlê gendeliyê bû, lê niha dîlê gendelî û tundûtîjiyê ye û min hêvî kir ku xwepêşandana aştiyane hebe bêyî çek.”

Muqtedar Sedr bikaranîna çekan di xwepêşdana alîgirên xwe de rexne kir û diyar kir, “her şoreşek ku tundûtîjî têde be, ne şoreş e û ez şoreşa Tevgera Sedr jî rexne dikim.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Sedr dema saetekê muhlet da alîgirên xwe û xwepêşanderan ku ji Herêma Kesk vekişin û gef xwar, eger daxwaza wî neyê pêkanîn, ew dê haşayê li xwepêşanderan bike û tekez kir, “rijandina xwîna iraqiyan heram e.”

Muqteda Sedr ji bo parastina rewşê spasiya hêzên emnî û Heşda Şeibî û Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar jî kir.

Çi bibû?

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr duh di peyamekê de ragihand, ku ew bi tevahî dest ji siyasetê berdide.

Piştî ragihandina peyamê, alîgirên Sedr yekser daketin kolanên Bexdayê û ber bi navçeya Kesk ve birêketin.

Xwepêşanderên alîgirên Sedr dîwarên betonî yên li dora navçeya Kesk derbas kirin û bi ser Koşka Komarî de girtin. Hêzên emnî yên Iraqê ji bo belavkirina xwepêşanderên alîgirên Sedr bi ava şid û gaza rondikrêj destwerdan kirin û di navbera herdu aliyan de alozî derket.

Piştre di navbera alîgirên Sedr û komên alîgirên Îranê de li navçeya Kesk a Bexdayê de alozî û pevçûn derketin.

Her du aliyan ji şevê din ve çekên giran û sivik li dijî hev bi kar tînin. Di dîmenan de xuya dibe ku çekên wek hawan û RPG jî tên bikarnîn.

Di şer û pevçûnan de gelek kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Îro Sêşembê 30ê Tebaxa 2022an çavkaniyekî ji Wezareta Tendirustiya Iraqê ji nûçegihanê Rûdawê yê li Bexdayê Helkewt Ezîz re ragihand, ji ber şer û pevçûnên li Bexdayê di navbera alîgirên Sedr û hêzên emnî de, heta niha 25 kesan canê xwe ji dest dane û 380 kes jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst