Serokkomarê Iraqê serdana Mûsilê kir

28-12-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Mûsil Ebdulletîf Reşîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd li gel hejmarek wezîrên hikûmeta Iraqê serdana Mûsilê kir. Reşîd got: "Em li Mûsilê ne ku guh bidin pirsgirêkên gelê xwe û agahdarî rewşa bajêr bin."

Îro Çarşemê 28ê kanûna 2022an Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd serdana bajarê Mûsilê kir û ji aliyê Parêzgarê Neynewayê Necim Ciburî, rayedarên îdarî û hejmarek parlamenterên wê parêzgehê ve hat pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, Ebdulletîf Reşîd dê di çarçoveya serdana xwe de ji bo dîtina zarokên sêwî biçe sêwîxaneyekê û piştre serdana Zanîngeha Mûsilê û Pirtûkxaneya Navendî ya Mûsilê jî bike.

Serokkomarê Iraqê herwiha dê piştî nîvro saet di 15:30an de li hola bi navê “Koşka Spî” bi parlamenter, wezîr, serokên eşîran û rûsipiyên parêzgeha Neynewayê re bicive.

Derbarê armanca serdana xwe de, Ebdulletîf Reşîd li ser twitterê ragihandiye, “Em li Mûsilê ne ku guh bidin pirsgirêkên gelê xwe û ji rewşa wî bajarî ku ji ber terora DAIŞê zirareke mezin dîtiye, agahdar bibin. DAIŞ hewl da ku nasnameya piralî û aştiyane ya bi hev re li vî bajarî tune bike.”

Reşîd tekez kir ku ew dê bi saziyên hikûmetê re kar bikin ji bo avedankirina bajêr, temamkirina projeyên wê yên niha, û baştirkirina rewşa jiyanê û xizmetguzariya bo nişteciyên wê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst