Rûfatên 39 Kurdên Êzidî li Mûsilê radestî malbatên wan hatin kirin

20-06-2023
RÛDAW
Hestiyên 39 qurbaniyên Kurdên Êzdî li Mûsilê radestî kesûkarên wan hatin kirin
Hestiyên 39 qurbaniyên Kurdên Êzdî li Mûsilê radestî kesûkarên wan hatin kirin
Nîşan Kurdên Êzidî Rûfat Şingal Mûsil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termên 39 Kurdên Êzidî ku li derdora Şingalê hatibûn dîtin û ev du salbûn li tiba dadî ya Mûsilê dihatin ragirtin, piştî testa DNAyê hatin kirin, di merasîmeke serbazî de radestî malbatên wan hatin kirin û biryar e li Şingalê bên veşartin.

Îro rûfatên 39 qurbaniyên Kurdên Êzdî li Mûsilê radestî kesûkarên wan hatin kirin. Ew kes di sala 2014ê de, dema ku DAIŞê êrîşî Şingalê kir, ji aliyê wê rêxistinê ve hatibûn girtin û piştre jî gulebarankirin.

Beriya niha hestiyên wan qurbaniyan ku di gorên komî de hatibûn dîtin, biribûn Bexdayê û pişkinîna DNAyê ji wan re hat kirin.

Piştî zanîna nasnameyên wan, îro li Mûsilê radestî kesûkarên wan hatin kirin. Heta niha bi pênc karwanan termên Kurdên Êzidî radestî kesûkarên wan hatine kirin, lê  ev cara yekem e ku Tipa Dadî ya Mûsilê rûfatê 39 qurbaniyan radest dike.

Rûfatên 162 qurbaniyên din berî niha di çar qonaxên de li Baxdadê radestî kesûkarên wan hatibû kirin. Weke tê zanîn 95 gorên komî yên Kurdên Êzidî hene ku tenê 43 ji wan hatine vekirin. 

Mirovê yek ji qûrbaniyên ku îro hatine radestîkirin ji Rûdawê re got: "Ev nêzîkî 4 salan bû cenaze li Tipa Dadî ya Mûsilê bûn û em li bendê bûn radestî me bikin. Îro me karî em rûfatan werbigirin û em dixwazin ku termên din ên mane jî bidin me.”

Biryar bû îro di demjimar 07:00ê serê sibehî de rûfatan radestî kesûkarên wan bikin, lê belê ji ber ku Tipa Dadî ya Mûsilê tabût amade nekiribû, merasîm hat paşxistin. Kesûkarên qurbaniyan bi xwe tabût kirrîn û herwiha ji bo rûfatan werbigrin, hatin neçarkirin ku alaya Iraqê jî bikirin û li ser tabûtan daynin.

Yek ji kesûkarên wan qurbaniyan dibêje, li Iraqê ti mafeke Kurdên Êzdî tine, lewra hinek cenazeyên wan bê tabût bûne.

Xwîşka yek ji qûrbanîyên din, ku li kêleka termê birayê xwe yê mezin rûniştîbû got: "Ew birayê me yê mezin bû û ew 60 salî bû, dema bavê me mir, wî em xwedî kirin. DAIŞê bi qenasê ew kuşt.”

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh biribû ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştibûn û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kiribû.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ku di meha Adara îsal de belav kiriye, DAIŞê 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin, ji wê hejmarê 3 hezar û 548 kes jin û 2 hezar û 869 mêr bûn. Ji van 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin û 2 hezar û 693 kes jî hîn winda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst