Birayên ku xwişkên xwe bi zincîrê girê dan û şkence li wan kir hatin desteserkirin

28-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bexda Şkencekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Îraqê Bexdayê 3 kesên ku şkence li xwişkên xwe kiribû, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îraqê ve hatin desteserkirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Polîsên Federalî de hat ragihandin, li taxa Hisêniyê ya Bexdayê 3 jinên ku di malekê de dîl hatibûn girtin, hatin berdan.

3 xwişkên ku ji aliyê birayên xwe ve di odeyeke malê de hatibûn zincîrkirin ji aliyê polîsan ve hatin rizgarkirin.

Polîsan her sê birayên ku şkence li xwişkên xwe kir ji ber sûcên şkenceyê birin dozgeriyê.

Di rapora nexweşxaneyê ya her sê xwişkan de hat gotin ku ew rastî şkenceyên giran hatine.

Lêpirsîna li ser dozê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst