Heşdî Şebiyê li ser Germiyanê daxuyanî da: ‘Haya Pêşmergeyan jê hebû’

25-08-2024
Nîşan Heşdî Şebî Germiyan Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Operasyonan ê Heşdî Şebiyê yê Diyaleyê Talîb Musewî got ku ew bi hevahengiya bi Pêşmergeyan re çûne Germiyanê.

Milîsên Heşdî Şebiyê bi çekên giran çûne parzûngeheke Petrolê ya li Germiyanê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Heşdî Şebî ketiye Parzûngeha Qemerê ya li bajarokê Kulecoyê.

“Em bi kordînasyona bi Pêşmergeyan re çûn”

Fermandarê Operasyonan ê Heşdî Şebiyê yê Diyaleyê Talîb Musewî li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî û got:

“Çûne me ji bo operasyoneke leşkerî bû û em bi kordînasyona bi Pêşmergeyan re çûn.

Me bi rêya dronan tesbît kir ku li wê herêmê DAIŞî hene û me bi hevahengiya bi Pêşmergeyan re ev operasyon kir.”

Divê were gotin ku Pêşmergeyan îdiayên “hevahengiyê” red kiribûn.

“Armanca wan dagirkirina bîrên petrolê ye”

Li hêla din, Alîkarê Fermandarê Lîwaya 9an a Pêşmergeyan Nasir Mihemed ragihandibû ku Heşdî Şebî ketiye herêma wan jî û paşê vekişiyaye û got:

“Ti hevahengiya wan nebû bi me re. Armanca wan tenê dagirkirina bîrên petrolê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst