Bi çekên giran û sivik êrişî baregeha leşkerî ya Eyn Esedê hat kirin

23-11-2023
RÛDAW
Nîşan Eyn Esed Amerîka Eriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi çekên giran û sivik êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Îraqê, Eyn Esedê hat kirin.

Hat zanîn ku êriş ji aliyê grûpa çekdar a bi navê Berxwedana Îslamî hatiye kirin.

Li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Eseda parêzgeha Enbarê ya Îraqê ku Amerîka û Hêzên Hevpeymanên li dijî DAIŞê lê dimînin, bi çekên giran û sivik êrişek hat kirin.

Di daxuyaniya Grûpa Zafirîna ku di bin banê Tevgera Berxwedana Îslamî de tevdigere, hat diyarkirin ku wan êrişek li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esedê pêk aniye.

Li ser êrişê heta niha ji Amerîkayê ti daxuyanî nehatine dayîn.

Di daxuyaniya Grûpa Zafirîn de hat diyarkirin ku wan bi RPGyan êrişî bircên nobedariyê yên li derdora baregeha leşkerî kir û piştre di navbera wan û leşkeran bi çekên sivik şer derket.

Hat diyarkirin ku di pevçûnê de ji Grûpa Zafirîn kesek hatiye kuştin û hat îdiakirin ku di nav leşkerên Amerîkayê de jî kuştî û birîndar hene.

Hat diyarkirin ku di êrişeke din a doh a li dijî baregeha Eyn Esedê de 8 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

CENTCOMê doh di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandibû, şeva borî çekdarên ser bi Îranê ve bi mûşekên balîstîk êrişî baregeha Eyn Esedê ya parêzgeha Enbarê kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 8 personelên Amerîkayê birîndar bûne û xisareke biçûk li baregehê çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst