Li ser zeviyên bejî dê projeyên din bêne avakirin

23-06-2023
RÛDAW
Li ser zeviyên bejî dê projeyên din bêne avakirin
Li ser zeviyên bejî dê projeyên din bêne avakirin
Nîşan Iraq Zeviyên Çandiniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber kêmbûna asta ava çemên Dîcle û Feratê, yedeka avê ya Iraqê ji 60 milyar metre sêgoşe di sala 2020an de daketiye 7 milyar metre sêgoşe. piştî wergirtina erêkirina wezaretên jîngeh û çandiniyê dibe li ser wan zeviyên ku av nagihêjê û bo çandiniyê ne guncaw in projeyên din bêne avakirin.

Her ku diçe li Iraqê zeviyên çandiniyê kêm dibin. Guherîna keşûhewayê wiha lê dike xwediyên wan dest jê berdin û curê debara jiyana xwe biguherînin. Xaleke yasaya budceyê ya dawî bizmar li wan zeviyên bejî da ku zehmet e av bigihêjê.

Di xala 54 a yasaya budceyê de tê gotin ku piştî wergirtina erêkirina wezaretên jîngeh û çandiniyê dibe li ser wan zeviyên ku av nagihêjê û bo çandiniyê ne guncaw in projeyên din bêne avakirin.

Cîgira Serokê Komîteya Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê Zozan Hacanî anî ziman, “Nabe ku erdên çandiniyê bibine yên nîştecihbûnê.”

Di reşnivîsa yasaya budçeya giştî de ku hikûmetê şand, ji bo bikaranîna zeviyên çandiniyê bo armancên din, tenê pêwîstî bi erêkirina Wezareta Jîngehê hebû, li parlamentoyê Wezareta Çandiniyê jî lê hat zêdekirin.

Hin parlamenteran bawer dikir ku zêdekirina vê peyvê dê bikaranîna zeviyên bejî ji bo projeyên din zêde bike, di demekê de ku Wezareta Jîngehê rêgirî dikir, li gor hinekan jî biryar dayîna wezareteke tenê li ser vê mijarê dê guhertina cûreyê zeviyan hêsantir bike, ji ber vê yekê Wezareta Çandiniyê hat zêdekirin.

Serokê Komîteya Tendirustî û Jîngehê ya Parlamentoya Iraqê Mecîd Şengalî anî ziman, “Bi milyonan donim erd li Iraqê hene ku nayên çandin, divê em li ser wê bixebitin ku wan bidin çandin.”

Niha 29 milyon donim zeviyên çandiniyê ji bo çandiniyê guncav in, lê nêzîkî 18 milyon donim tê bikaranîn, ji ber hişkesaliyê 27 milyon donim çol bûye ku dike %15ê tevahiya rûberê Iraqê.

Ji ber kêmbûna ava çemên Dîcle û Feratê yedega avê heta 7 milyar metre sêca kêm bûye, di demekê de ku sala 2020ê ev rêje nêzîkî 60 milyar metre sêca bû.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şemal got, “Di Çemê Dîcleyê de îro di çirkeyekê de bi giştî 205 metre sêca av heye, diviyabû di çirkeyê de ji 500 metre sêca kêmtir nebûya. Ava Çemê Firatê jî di çirkeyê de 153 metre sêca ye, diviyabû di çirkeyê de di navbera 400 û 500 metre sêca bûya. Ji ber vê yekê Iraq di navbera ji sedî 30 heta ji sedî 50 bi kêmbûna avê re rûbirû ye.”

Pirsgirêkên sektora çandiniyê li Iraqê gelek in û bo çareseriyê pere kêm in.

Nêzîkî 199 trilyon dînar pereyên budçeya giştî tenê 3,2 trilyon dînar ji bo sektora çandinî û avdanê hatiye veqetandin û ev jî ji sedî 1,6ê budceya giştî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst