Dadgeha Federal a Iraqê derbarê xweberbijêrkirina posta serokkomariyê dicive

23-02-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Dadgeha Federalî ya Iraqê îro derbarê xweberbijêrkirina posta serokkomariyê biryar dide.
Dadgeha Federalî ya Iraqê îro derbarê xweberbijêrkirina posta serokkomariyê biryar dide.
Nîşan Iraq Dadgeha Federal a Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro Çarşemê, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê bicive û derbarê destûrbûna dubare vekirina deriyê xweberbijêrkirinê ji aliyê Desteya Serokayetiya Parlamentoyê ve bo posta serokkomariya Iraqê biryarê bide.

Lêkolînvan, Yehya Kubeysî dibêje, “Yasa, ti desthilatekê nade bo dubare vekirina deriyê xweberbijêrkirinê bo posta serokkomariyê. Ji ber wê em li ber binpêkirineke destûrî û yasayî  ne. Lê sirûşta biryara dadgehê çawa dibe? Dibe ku peywendiya biryarê bi çarçoveya siyasetê hebe. Bi taybetî ev mijar, zêdetir peywendiya wê bi Partiya Demokrata Kurdistanê re heye. Dadgeh, dikare bibêje, ev mijar ne di desthilat û pisporiya min de ye, ku ez lê binêrim. Ji ber wê dibe ku, ev dirêjkirin derbas be.”

56 kesan xwe bo posta serokkomariya Iraqê berbijêr kiribûn. Lê 23ê ji wan ji ber nebûna mercên pêwîst hatin redkirin û 33 kes jî hatin qebûlkirin, ku Rêber Ehmed û Berhem Salih û Letîf Reşîd û Hakim Rizgar diyartirîn berbijêr in.

Heta niha YNK û PDKê li ser vê postê lihev nekirine.

Mihemed Hecî Mehmûd, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê dibêje, “Hemû deman derfet di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de maye ku gotûbêjê li ser bikin, di vê baweriyê de me ku nîv demjimêr berî civîna parlamentoyê li ser vê mijarê bigihin rêkeftinê, lê eger dadgeh red bike berbijarekî din hebe, 3 berbijarên din ên Kurdan hene, wê demê YNK û PDK dikarin li ser yek ji wan sê berbijaran li hev bikin.”

Parlamenterê Hevpeymaniya Serwerî ya Suniyan Ebdulkerîm Ebtan, ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihand, biryara îro ya dadgehê deriyekî nû vedike bo gotûbêjên di navbera aliyên siyasî de û ji bilî rêkeftinê ti bijardeyeke din nîne.

Seroka Fraksiyana PDKê di Parlamentoya Iraqê de jî amaje bi hestyarbûna demê dike.

Viyan Sebrî, Seroka Fraksiyona PDKê ya Parlamentoya Iraqê dibêje, “Niha demeke hestyar e, ne tenê bo me Kurdan û ne tenê ji bo PDKê jî bi awayekê diyarkirî, lê ji bo hemû aliyên siyasî hestyar e. Ji ber wê jî gotûbêj berdewam in, gotûbêj berdewam in heta di navbera Sedir û aliyên din de, çimku careke din tekez dikin ka fraksyona mezin kî têde ye kî ne têde ye, gelo dê aliyekî Çarçoveya Hevahengiyê dê tevlî vî mijarê û avakirina hikûmetê bibe yan na, lewra ew mijar girêdayî hev in û dê gotûbêj zêdetir û tundtir bin.”

Viyan Sebrî destnîşan kir, ku pêwîst e di navbera Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Serwerî û PDKê de gotûbêj berdewam bin û tekez kir, eger heye ku gotûbêj ligel Çarçoveya Hevahengiyê jî hebin.

Ebdulkerîm Ebtan, Parlamenterê Hevpeymaniya Serwerî ya Sunneyan jî ji Rûdawê re ragihand, “biryara îro ya dadgehê deriyeke nû vedike bo gotûbêjên di navbera aliyên siyasî de û tekez kir, ji bilî rêkeftinê ti bijardeyeke din tune ye.”

Li gor Destûra Iraqê, divê piştî 30 rojan ji civîna yekem a parlamentoyê û hilbijartina desteya serokayetiya parlamentoyê, serokkomar bê hilbijartin. Lê zêdetir ji 40 rojan derbas bûye û heta niha serokkomarê nû nehatiye hilbijartin û Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê jî biryar daye ku heta serokkomarê nû bê hilbijartin, Berhem Salih li ser erka xwe berdewam be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst