Egera paşxistina hilbijartinên pêşwext ên Iraqê heye

22-08-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e hilbijartinên pêşwext ên parlementoya Iraqê, di 10ê Cotmeha îsal de bên lidarxistin, ligel wê yekê jî, paşxistina wan hilbijartinan yek ji bijardeyên bihêz e. Li gorî agahiyên Rûdawê, Tevgera Sedir dilgiran e ku bi sedema baykotkirina hilbijartinan ji aliyê hêzên siyasî yên nêzîkî xwepêşanderan, grûpên Şîe yên nêzîkî Îranê di hilbijartinan de bi ser kevin, lewra Sedir rijd e li ser baykotkirina wan hilbijartinan daku bihêne paşxistin û çareseriyekê ji wê rewşê re peyda bikin.

Vekişîna Tevgera Sedir û bêhtir ji 24 aliyên siyasî yên din, ji beşdarîkirinê di wan hilbijartinan de, guşareke mezin dirust kiriye, ji bo deregnxistinê, bi taybetî piştî pêşkêşkirina pêşniyara derengxistina hilbijartinan heta Nîsana sala 2022an, ku dawiya heftiya bihorî, di civîna Tevgera Sedir û çend aliyên din de hate pêşkêşkirin.

Li aliyê din, beşek ji aliyên siyasî yên Iraqî û Komisyona bilind a Hilbijartinan tekezî li ser birêveçûna hilbijartinan di dema diyarîkirî de dikin.

Serkirdeyekî Eniya Rizgarî û Geşepêdanê ya Iraqê dibêje: Aliyên ku dixwazin hilbijartin bêne paşxistin, ewin yên ku niha di desthilatê de ne hewl didin di desthilatê de bimînin.

Xalid Debûnî, Serkirdeyê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê dibêje: “Kêşe ew e ku ew derengxistin an ewên ku hewla derengxistinê didin li Bexdayê, ew aliyên siyasî ne ku wan desthilat girtiye, herwiha hewl didin heta bêhtirîn dem di desthilatê de bimînin. Tişta ku heye milmilaniya Şîe ligel Şîe ye li Bexdayê, li ser birêveçûna hilbijartinan û derengxistina hilbijartinan.”

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Tirsa Tevgera Sedir heye, bi sedema baykotkirina hilbijartinan ji aliyê hêzên siyasî yên nêzîk ji xwepêşanderan, grûpên Şîe yên nêzîkî Îranê li Iraqê ku piraniya kursiyên gera bê ya parlementoyê bibin, lewma Tevgera Sedir li ser baykotkirina hilbijartinan rijd e, bi armanca derengxistina wan, heta çareseriyek bê dîtin, ku li cem wê guncaw û pesend be, lê aliyên din li ser birêveçûna hilbijartinan di dema xwe de, rijd in.

Eqîl Ridênî, Serkirdeyê Hevpeymaniya Nesir ragihand: “Baweriya me wiha ye, li gorî nîşanên vê dawiyê û heta niha, hilbijartin di dema xwe de birêve herin. Ti guherînek çê nebûye, hemû nşan wiha dibêjin, amadekariyên hikûmetê, amadekariyên komisyonê, ligel amadekariyên piraniya aliyên siyasî.”

Serbarî guşaran, Komisyona Hilbijartinan jî dibêje, vekişîn nabine rêgir li ber birêveçûna hilbijartinan di dema xwe de.

Cumane Xelayî, Berdevka Komisyona Hilbijartinên Iraqê tekez dike: “Derbarê mijara vekişînan, (3 hezar û 249) berbijêr hene, ti yekî ji wan, bi fermî û nivîsîn daxwaza xwe pêşkêşî Komisoynê nekiriye ji bo vekişînê, lewma ew behs û ragihandi, derbarê vekişnînan bandorê li ser karê Komisyonê û birêveçûna hilbijartinan di dema daiyarkirî de nakin.”

Birêveçûna hilbijartinan di dema xwe de yan derengxistina wan, girêdayî rêkeftina Sedir û rikaberên wê yên siyasî ye, bi taybetî Hevpeymaniya Fetih û Dewleta Yasa, ku heta niha li ser derengnexistina hilbijartinên pêşwext ên parlementoya Iraqê, rijd in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst