Fîdan: Erdogan dê li Îraqê zêdetirî 20 peymanan îmze bike

21-04-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ragihand ku dê di serdana Erdogan a Îraqê de zêdetirî 20 peymanan werin îmzekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro li Stenbolê piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Morîtanyayê Muhammed Salim Vild Merzuk re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Fîdan behsa serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Îraq û Herêma Kurdistanê kir û got:

“Di serdanê de Serokkomarê Tirkiyeyê dê destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive.

Piştî wê dê zêdetirî 20 peyman di navbera her du aliyan de werin îmzekirin.”

Fîdan herwiha ragihand ku ew wekî Tirkiyeyê piştgiriyê didin gavên geşepêdanê yên hikûmeta Sûdanî.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got:

“Rêkeftinên ku çêbibin dê pêwendiyên paşerojê yên her du welatan destnîşan bikin.”

Hakan Fîdan herwiha da zanîn ku Erdogan di serdana Hewlêrê de bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive û got:

“Bihêzkirina pêwendiyan dê were gotûbêjkirin, herwiha ji bo aştî û aramiya navxwe ya Îraqê hinek rolên ku dikevin ser milê wan hene ew dê vê yekê jî gotûbêj bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan herwiha anî ziman:

“Wekî hûn dizanin ji sala 2011ê ve cara yekem e di asta Serokkomariyê de serdaneke wiha çêdibe.

Demeke dirêj e hem wek aliyê Îraqê û hem wek aliyê Tirkiyeyê giringî bi vê serdanê tê dayîn û amadekarî tên kirin.

Em dixwazin li herêmê pêwendiyeke li ser bingeha aramî û geşepêdanê were avakirin. Li ser vê bingehê di mijarên wekî ewlehî, enerjî, çandinî, av, bazirganî, tenduristî, perwerde û çend mijarên din de xebatên ku tên meşandin hene.

Di vê serdana Serokkomarê me de zêdetirî 20 peymanên ku dê bêne îmzekirin niha amade ne. Dê ew peyman sibe bi amadehiya serkirdeyên siyasî werin îmzekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst