Li Swêdê Quran şewitandibû, dê were dersînorkirin

26-10-2023
RÛDAW
Nîşan Selwan Momîka Şewitandina Quranê Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha koçberan a Swêdê biryar da ku dema mana Selwan Momîka ya li Swêdê nû neke û ew dê were dersînorkirin.

Salwan Momîkayê Îraqî di çend mehên dawî de li Swêdê çalakiyên şewitandina Quranê li dar dixe.

Berdevkê Ofîsa Çapmeniiya Koçberiyê ya Swêdê Jesper Tengroth ragihand ku destûra rûniştin û karkirina Salwan Momîka, 16ê Nîsana 2024an bi dawî dibe.

Jesper Tengroth diyar kir ku dema vîzeya Momîka bi dawî bibe dê were dersînorkirin û got:

“Me ev biryar ji ber gotinên derew ên Momîka da. Wî bi armanca wergirtina vîzeyê îfadeyên derew daye. Ji ber vê sedemê jî em dê wî dersînor bikin. Momîka heya 5 salan jî nikare were Swêdê.”

Tê pêşbînîkirin ku Momîka îtiraza biryara dersînorkirinê bike û dozê bibe Dadgeha Penaberiyê.

Li Swêd û Danîmarkayê, li dijî Quranê çalakî

Salwan Momîka 28ê Hezîranê, roja ku Cejna Qurbanê bû, li ber mizgefta Stockholmê Quran şewitand.

Wî çalakiya xwe di bin ewlehiya polîsan de pêk anîbû.

Momîka, 20ê Tîrmehê li ber Balyozxaneya Îraqê ya li Stockholmê û 14 û 31ê Tîrmehê li ber Parlamentoya Swêdê di bin parastina polîsan de bi pêyan dabû ser Quran û ala Îraqê.

Momîkan dîsa, 24ê Tebaxê li ber Mizgefta Stockholmê Quran şewitand.

15 kesên ku xwestibûn Monîkan asteng bikin hatibûn desteserkirin.

Li ser bûyerê, 3yê Îlonê li bajarê Malmoyê xwepêşandan hat lidarxisitin.

Momîka herî dawî, 21ê Çiriya Pêşîn li navenda Stockholmê mîtînga piştgiriyê ya ji bo Îsraîlê li dar xist û Quran û ala Filistînê şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst