Keça 16 salî behsa êrişa bi asîdê dike

19-12-2021
Mistefa Goran
Nîşan Meryem Rukabî Êrişa Asîdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meryem Rukabî ya 16 salî, piştî ku xwendina xwe qedand, xeyala kariyera medyayê dikir. Wê nizanibû ku redkirina pêşniyara zewacê dê jiyana wê her û her bigurîne dema ku daxwazkarê wê ji bo tolhildana redkirinê bi asîdê êrişî wê kir.

Dema ku wêneyên xwe yên beriya êrîşê li ber çavan radike, ji Rûdawê re behsa wê kêliya trawmatîk a êrişa asîdê dike.

Rukabî di derbarê êrişê de wiha got “Dema ew hat mala me ez di xew de bûm. Haya min ji tiştekî tune bû. Ji nişka ve, min dît ku tiştek tevahiya laşê min dişewitîne. Dema ku ez hişyar bûm û çûm salonê, min hest kir ku kesek ji mala me derket. Min ew ji paş ve dît.”

Xwendekara beşa hunera cuwan Rukabî got jî “Ez hêvî dikim ku ez bikaribim rûyê xwe vegerînim da ku bikaribim jiyan û xwendina xwe bidomînim."

Êrîşkarê Rûkabî gelek caran pêşniyara zewacê kiribû, lê wê red kiribû. Diya wê jî got ku ciwan dixwest xwendina xwe temam bike berî ku bizewice, û tenê wî zilam wekî hevalek dît.

Suham diya Meryemê got “Mêrik her tim gazî me dikir, navnîşana xwe dida me, lê me bi berdewamî daxwaza wî ya zewicandina keça xwe red dikir. Bi mehan ji me re peyam şandin. Bersiva Meryem a ku jê re gotibû, 'Ez naxwazim bizewicim'. Wê her gav ji zilam re digot 'em tenê heval in, ez nikarim te wekî hevjîn qebûl bikim.”

Hat ragihandin ku êrîşkar 19 salî ye, piştî ku hîn bûye Meryem bi tena serê xwe ye, êrîşî wê kiriye.

 

 

Nêzîkî ji sedî 80 rûyê wê şewitî ye û ew bi mehan di nexweşxaneyê de ma û ji bo jiyana xwe ber xwe da.

Bijîjk dibêjin neştergeriya nûavakirina rûyê wê li nexweşxaneyên li derveyî welat mimkun e, lê lêçûn wê di dora 200,000 dolar de tê texmîn kirin.

Ji bo berhevkirina 50.000 hezar dolarî li ser GoFundMe. gofundme.com/f/help-maryam-al-rukabi-recover-from-asit-attack kampanyayek dan destpêkirin.

Êrişkar ji aliyê desthilatdarên Bexdayê ve hatiye girtin, lê malbata Meryem ji ber gefên malbata êrişkar neçar mane ji taxa xwe koç bikin.

Li gorî rêveberiya Bexdayê ya rûbirûbûna tundûtûjiyê, îsal 24 bûyerên tundûtûjiya mêran li dijî keçan hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst