Bi dron û mûşekan êrişî binkeya Amerîkayê hat kirin

19-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Eyn Esed Amerîka Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li dijî binkeya asmanî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ku leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî lê ne, bi dron û mûşekan êriş hat kirin.

Rêxistina Berxwedana Îslamî ya li Îraqî ew êriş li xwe girt.

Çavkaniyekiyên ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku îşev bi dron û mûşekan êrişî binkeya leşkerî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hat kirin.

Reutersê li ser zarê çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku li dijî baregeha Eyn Esed êrîşek pêk hatiye û dengê teqînan hatiye bihîstin.

Rêxistina Berxwedana Îslamî ya li Îraqî diyar kir ku wan êriş li dijî leşkerên Amerîkayê pêk anî.

Rêxistina Berxwedana Îslamî ya li Îraqî piştî êrişa Hemasî ya li Îsraîlê derketibû holê.

Heta niha têkildarî endam û xebatên rêxistinê ti agahiyeke zelal berdest nîne.

Duh jî bi du dronan êriş li dijî hêzên Amerîkayê yên li binkeya leşkerî ya Eyn Esedê hatibû kirin.

Hêzên Artêşa Amerîkayê ragihandibû ku wan kariye bersivê bidin vê êrişê.

Li gorî texmînan, li Îraqê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Ev leşker bi piranî li Baregeha Esmanî ya Esedê, Kampa Viktoryê û Baregeha Esmanî yê Herîrê hatine bicihkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Tîrmeha 2021ê ragihand ku dê hêza şerker a Amerîkayê heta dawiya 2021ê ji Îraqê vekişe.

Joe Biden destnîşan kiribû ku dê tenê hezeke wan li Îraqê bimîne da ku şêwirmendî û hevkariyê bike.

Erka Amerîkayê ya li Îraqê 9ê Kanûna Paşîn a 2021ê bi awayê fermi bi dawî bû û erka wan niha zêdetir şêwirmendî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst