Komkara Erebî bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe yên serbazî ji Iraqê vekişîne

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Komkara Erebî Tirkiye Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî reşnivîsa daxuyaniya dawiyê ya civîna Komkara Erebî, bang li Tirkiyê hatiye kirin ku hêzên xwe yên serbazî ji Iraqê vekişîne.

32emîn Lûtkeya Komkara Erebî îro Înê 19ê Gulana 2023an li Cedde ya Erebistana Siûdiyê dest pê kir ku piştî 12 salan Serokê Sûriyê Beşar Esed nûnertiya welatê xwe tê de dike.

Li gorî reşnivîsa daxuyaniya dawî ya lûtkeyê, piştgiriya Iraqê tê kirin û derbasbûna artêşa Tirkiyê bo nav sînorê Iraqê hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de her wiha ji Tirkiyê tê xwestin ku leşkerên xwe bê şert û merc ji Iraqê vekişîne.

Reşnivîsa daxuyaniyê pêşwaziyê li rêkeftina navbera Erebistana Siûdî û Komara Îslamî ya Îranê ji bo jinûve destpêkirina peywendiyên dîplomatîk kir ku Iraq navbeynkariya wê dike û çendîn gerên gotûbêjên navbera rayedarên Riyad û Tehranê li Bexdayê hat kirin.

Di reşnivîsa daxûyaniyê de tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyê û aramiya Sûriyê tê kirin û daxwaza bihêzkirina hewlên ji bo derbaskirina qeyranê li Sûriyê û piştevaniya gelê Sûriyê jî hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst