Li Iraqê pêşniyara paşxistina hilbijartinên pêşwext tê kirin

18-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Iraqê pêşniyar dike, hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê bê paşxistin û di 16ê Cotmeha 2021 de hilbijartin birêve biçe.

Berdevka Komsiyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, Comane Xelayî ji Rûdawê re ragihand, encûmena komsiyaran piştî civîna xwe pêşniyar kiriye, hilbijartinên pêşwext li welat bê paşxistin û roja 16 Cotmehê hilbijartin bên lidarxistin. 

Pêşniyara paşxistina hilbijartinan bi fermî ji bo Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî hatiye bilindkirin.

Serokê encûmena komisyaran di Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de Celîl Ednan Xelef jî dibêje, paşxistina hilbijartinan derfetkî zêdetir dide pispor û çavdêrên navdewltî bo çavdêrîkirina zêdetir û baştir û hebûna şefafiyetê di proseya hilbijarrtinan de.

Celîl Ednan Xelef ji Serokwezîrê Iraqê re ragihandiye, dema qanûnî ya tomarkirina navê partî û hevpeymanên siyasî bo beşdariya di hilbijartinan de bi dawî bûye, lê heta niha hejmareke kêm a hevpeymaniyên siyasî li cem komîsyonê navê xwe tomar kirine, ji ber wê rewşê pêwîst e dema tomarkirina hevpeymaniyên siyasî û berbijêran bê dirêjkirin.

Encûmena Komsîyaran ragihandiye, ji ber wan sedeman wan pêdeçûn bi xişteya dema lidarxistina hilbijartinan kiriye û piştî nîqaş û gotûbêjan biryar daye, ku li gorî biryara hejmar 1 ji encama civîna hejmar 5 a 17 Çileya 2021 pêşniyar kir roja 16 Cotmehê hilbijartinên pêşxwest bên lidarxistin.

Roja 14ê Çileya 2021an, Viyan Sebrî Seroka Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re ragihandibû, biryar hatiye dank u hilbijartinên parlamentoya Iraqê bo piştî meha Îlona 2021 bê paşxistin, lê wê demê Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê gotibû, ti biryarek ji bo paşxistina hilbijartinan negihîştiye destê wan.

Roja 30ê Tîrmeha 2020, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja 6ê Hezîrana 2021 ji bo hilbijartinên pêşwext diyar kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst