IRAQ – Serkirdeyan li ser hilbijartinên pêşwext li hev kirin

17-08-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Tevgera Sedr Hilbijartinên Pêşwext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyên siyasî yên Iraqê îro Çarşemê ji bo ku Iraq ji krîza heyî ya tê de derkeve civînek li dar xistin û li ser "hilbijartinên pêşwext ên di çarçoveya destûrê de" li hev kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîriya Iraqê, Serokomar Berhem Salih, Serokê Lijneya Bilind a Dadweriyê Fayiq Zeydan, Nûnera Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert û nûnerên Şîe, Sune, Kurd, Tirkmen û Kirîstiyanan bi serokatiya Serokwezîr Mustafa Kazimî li koşka hikûmetê civiyan.

Sedr nûner neşand

Nûnerê Tevgera Sedr beşdarî civîna ku li ser krîza siyasî ya Iraqê hate nîqaşkirin, nebû.

Serkirdeyan li ser xala hilbijartinên pêşwext bên kirin li hev kirin, serkirdeyan xwest ku ev pêvajo li gorî destûra bingehîn be.

Di civînê de biryar hat dayîn ku hevdîtinên diyaloga nîştimanî berdewam bikin da ku di çarçoveya destûrê de nexşerêyek bê xêzkirin.

Serkirdeyên siyasî yên Iraqê her wiha bang li Tevgera Sedr kirin ku beşdarî van civînên diyaloga nîştimanî bibe.

Alîgirên Muqteda Sedr bi ser Herêma Kesk de girtibûn

Rêberê siyasî û olî yê Şîe Muqteda Sedr ku di hilbijartinên Cotmeha 2021an de li Iraqê bi ser ketibû, Sedr ji ber ku nexwest bi partiyên alîgirên Îranê re hikûmetê ava bike ji siyasetê vekişiya. Karê avakirina hikûmetê piştî Sedr derbasî Çarçoveya Hevahengiyê bû.

Çarçoveya Hevahengiyê di 25ê Tîrmehê de ragihandibû ku wan Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê berê Mihemed Şiya Sûdanî weke berbijêrê xwe yê serokwezîrtiyê hilbijartiye.

Alîgirên Sedr roja Şemiya 30ê Tîrmehê ji bo protestokirina berbijêrê serokwezîrtiyê yê Çarçoveya Hevahengiyê ku rêxistineke sîwan a siyasî ya Şîe ye û nêzikî Îranê ye, ketine Herêma Kesk û di nav avahiya parlamentoyê de çalakiya rûniştinê kirin.

Muqteda Sedr di daxuyaniyeke xwe de bangewaziya hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext kiribû.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li alîgirên Tevgera Sedr ên ku li Herêma Kesk çalakiya rûniştinê didomînin kir û daxwaza derketina ji saziyên dewletê kir.

Kazimî ji bo diyaloga bang li partiyên siyasî û Muqteda Sedr kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst