Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê ragihand ku heta niha ti guherîn di plana vekişîna Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyonê) ji Îraqê çênebûye.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ji Rûdawê re got, "Rêkeftina di navbera Îraq û Koalîsyonê de di bin çavdêriya komîteya hevbeş a leşkerî de diçe û heta niha ti guherîn di vê mijarê de çênebûye."
Vekişîna Koalîsyonê dê heta dawiya 2025an biqede
Îraq û Amerîkayê Îlona 2024an li ser bidawîkirina erkê leşkerî yê hêzên hevpeymaniyê li Îraqê li hev kiribûn.
Li gorî medyaya dewletê ya Îraqê, pêvajoya vekişînê dê heta Îlona 2025an biqede û dê dirêj nebe.
Hikûmeta Îraqê diyar kir ku piştî bidawîbûna erkê leşkerî yê hêzên Koalîsyonê, hevkariya di navbera Bexda û welatên Koalîsyonê dê di çarçoveyeke cuda de bidome.
Li gorî vê yekê, alî dê ji bo piştgiriya hêzên ewlehiyê yên Îraqê derbasî mekanîzmayên hevkariyên dualî bibin.
Koalîsyon sala 2014an li ser daxwaza Îraqê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê hatibû avakirin.
DAIŞê sala 2014an sêyeka axa Îraqê kontrol kiribû û Mûsil wekî paytexta xwe ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse