Li Iraqê tozbarîn û bahoza qumê

16-05-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Bahoza Qumê Tozbarîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Iraqê ji ber bahoza qumê û tozbarînê ya dijwar perwerdeya li dibistanan bo dema rojekê hat rawestandin û firokexaneyên Bexda û Necefê geştên xwe rawestandin.

Îro Duşembê 16ê Gulanê pêleke tozbarînê û bahoza qumê li bajarên başûr û naverasta Iraqê û Bexda ya paytexta wî welatî dest pê kir. Tozbarîna dijwar bandoreke neyînî li jiyana xelkê kir.

Bi dehan kesên di bin metirsiya xeniqandinê de ne, rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha ji ber dijwarbûna tozbarînê, li Iraqê dibistan bo rojekê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê, ji ber bahoza qumê ya dijwar ku tevahiya welêt girtiye, îro dibistan hatine girtin.

Li aliyekê din tozbarînê li Herêma Kurdistanê jî dest pê kir û bandora xwe nîşan da.

Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, bahoza tozê ya ku roja Yekşemê li Iraqê dest pê kiriye, roja Duşembê li Herêma Kurdistanê jî tê dîtin, lê zêde tund nabe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst