Di aloziyên navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê de metirsiya şer

13-08-2022
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan HDP Haci Bektaş Velî Mîthat Sancar Iraq Tevgera Sedr Çarçoveya Hevahengiyê Metirsiya Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nakokiyên di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê yên Şîe de zêde dibin û metirsiya şer heye.

Piştî ku alîgirên Tevgera Sedr li Navçeya Kesk du Îniyan li ser hev nimêj kirin û li çend parêzgehên din xwepêşandan kirin, li beramber jî alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê, li Bexdayê grevên vekirî ragihand û li çend parêzgehên din jî xwepêşandan kirin.

Endamê Desteya Giştî ya Tevgera Hîkme Ehmed Îsawî dibêje "Ti caran birêz Mihemed Şiya Sûdanî nebûye pirsgirêk, lê li gor me îro pirsgirêk heta radeyekê sepandina daxwazên diyarkirî ye, ligel sepandina tiştekî li derveyî pêvajoya siyasî. Tevgera Sedr, tenê hilbijartinên pêşwext dixwaze. Sed pirsyar li ser vê mijarê hene. Çinku hilbijartinên pêşwext bi heman komîsyon û yasa û hikûmetê, dibe ku me ber bi cihekî nediyar ve bibe."

Heta niha xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedr li avahiya Parlamentoya Iraqê berdewam in. Ji ber wê hinek parlamenterên Çarçoveya Hevahengiyê, behsa wê bijardeyê dikin ku civîna parlamentoyê li cihekî din bê kirin. Vêya jî alîgirên Sedr han dan, ku îmzeyan ji welatiyan kom bikin û ji bo hilweşandina parlamentoyê li Dadgeha Federalî ya Iraqê gilî tomar bikin.

Xwepêşanderê alîgirê Tevgera Sedr Ehmed Wehab got "Em ê li dijî serokwezîr, serokkomar û serokê parlamentoyê li dadgeha federalî gilî tomar bikin. Wek şoreşgerên Iraqê rica dikin, bi awayekî aştîxwazane û destûrî û yasayî û rewa Parlamentoya Iraqê hilweşînin. Herwiha ji bo hilbijartinên pêşwext demekê diyar bikin."

Çarçoveya Hevahengiyê, heta niha rijd e ku civînên parlamentoyê dest pê bikin û hikûmeta nû bê avakirin. Ji ber wê dibêje, destpêkirina gotûbêjên siyasî baştirîn rê ye ji bo jihevtêgihiştin û lihevkirinê. Lê Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, vê daxwazê red dike û ji bo hilweşandina parlamentoyê hefteyek molet daye dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst