Nêçîrvan Barzanî: Daxwaz ji Muqteda Sadr dikim dest bi giftûgoyeke berfireh bike

08-04-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an serdana Bexda ya paytexta Iraqê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an serdana Bexda ya paytexta Iraqê kir.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji Rêberê Tevgera Sadr Muqteda Sadr dike ku dest bi diyalogeka berfireh bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an serdana Bexda ya paytexta Iraqê kir. Nêçîrvan Barzanî beşdarî di merasîma bi boneya salvegera kuştina Mihemed Baqir Sadr de kir ku tê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hejmareke wezîr û berpirsên hikûmeta Iraqê û nûnerên aliyên siyasî amade bûn.

Di merasîmî de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de diyar ku, ku divê peywendiyên Partiya Dawayê bi Herêma Kurdistanê re xurt bibe û got: “Ez bang li rêveberên Partiya Dawa dikim ku di çareserkirina pirsgirêkan de rola xwe bilîzin. 

Barzanî got: “Îro em hemû di vê merasîmî de bi hev re  tawana mezin a rêjîma berê ya  Beas a li dijî rêberekî mezin ê cîhana Îslamê şehîd Mihemed Baqir Sadr û xwişka wî şehîd Emîna Sadr ku bi navê Bint El Huda tê naskirin bi bîr tînin. Îro 43 sal di ser evê tawana mezin re derbas bûn û em rêzgirtina xwe ji bo bîranîna herdu şehîdan û Sekreterê Giştî yê Partiya Dawayê Nûrî Malikî û hemû alîgirên wê  û binemala Sadr û hemû gelên Iraqê radighînin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Barzanî got: “Şehîd Mihemed Baqir El-Sadir kuli dijî Partiya Beasê bû, rê neda ku gel bibe Beasî, ji ber ku rêjîma Beasê bû sedema zulma gelan û bû sedema şer û perîşaniyê gelê Iraqê. Ji ber vê yekê bingeha bîrdozî û îdeolojiya tevgera berxwedanê û tevgera siyasî ya Şîa ya li Iraqê danî.”

Barzanî bibîr xist ku Partiya Dawayê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKP di salên 1960î de weke du stûnên pêşeng ên têkoşîna li dijî zilm û zordariyê bûn û got: “Di navbera wan de gelek têkoşîn û xebatên bi hev re hebû. Pêşmerge, şervan û endamên her du aliyan gelek caran li herêmekê û li cihekî bi hev re bûn. Di zindanên rejîma berê de bi hev re bûn.”

Serok Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji sekreter û serkirdeyên Partiya Dawayê kir ku, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, bihêzkirina demokrasiyê û cîbicîkirina destûrê, roleke bibandor di rastkirina şaşiyên berê de bilîzin.

Barzanî got: “Pêwîst e pêwendiya Partiya Dawayê  û Serkirdeyên Kurdistanê bihêz be, ji ber ku Partiya Dawayê ji vê zulma li ser gelê Kurd gelek haydar e.”

Nêçîrvan Barzanî got ku malbata Sadr bi sedhezaran kes pêbawer e û daxwazê ji Muqteda Sadr kir ku ji bo çareseriya Iraqê û bidawîkirina nakokiyên hundirê welat bi hemû alî û serkirdeyan re dest bi diyalogeke berfireh bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst