Sê aliyên sereke civîna parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar boykot kirin

07-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Parlamentoya Iraqê bang li hemû parlamenteran kir, di civîna roja Duşembê de ji bo sondxwarina hejmarek parlamenteran û dengdayîna bi berbijêrên serokkomariyê amade bin, lê piraniya hêz û aliyên serekî yên parlamentoyê biryar dan beşdarî civîna parlamentoyê ya îro nebin.

Her sê hevpeymanên serkeftî yên serekî yên hilbijartinê, Tevgera Sedir û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Serwerî (ya Suniyan) ku bi xwe ji du hevpeymaniyên Teqedeum û Ezim pêk tê, biryar dan beşdarî civînê nebin.

Kamil Xirêrî, Endamê Berê yê Parlamentoya Iraqê û Sekreterê Partiya Iraqê ya Nasnameyan ragihand, “Îro ti rûniştineke Encumena Nûneran serkeftî nabe û serokkomar û serokwezîr jî nayê hilbijartin. Sê serokayetiyên me hene. Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin, ên din jî mane serokkomar û serokwezîr. Eger fraksyona Sedir beşdar nebe, civîn nabe. Çimku tu agahdarî ku giraniya wan heye û dengdan nabe û li gor min dengdayîn li ser serokkomar nayê kirin.”

Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan di ragihandinekê de amaje bi wêya kir, helwesta Çarçoveya Hevahengiyê û hevpeymanên wê eşkere ye ku civîna parlamentoyê bo hilbijartina serokkomar bi pêwîstî nizane.

Li gor destûra Iraqê, 30 roj piştî yekem civîna parlamentoyê, divê serokkomar bê hilbijartin û bi vî awayî 8ê vê mehê, dema dawî ye bo hilbijartina serokkomar. Li gor şarezayekî yasa û destûrê, eger serokkomar di dema xwe de neyê hilbijartin, valahiya destûrî çênabe.

Elî Temîmî, Şarezayê Yasayê diyar kir, “Valahiya destûrî çênabe. Valahiya destûrî ew e, parlamentoya me nebe di fiqha destûrî de. Lê parlamentoya me heye. Lê ji vêya re `valahiya siyasî`, `valahiya post` tê gotin. Ligel vêya birêz Berhem Salih, li gor madeya 72yê ya destûrê li ser karê xwe berdewam dibe û di vê mijarê de ti pirsgirêk nabe.”

25 kesan xwe bo posta serokkomariyê berbijêr kirine, rikeberiya herî tund û sereke li ser vê postê di navbera PDK û YNK de ye.

Roja Yekşemê Dadgeha Bilind a Federal biryar da, berbijêrkirina Hoşyar Zêbarî bo posta serokkomariyê rawestîne, heta ku biryara dadgehê derbarê wî de derkeve û Zêbarî jî ragihand, rêz li biryara dadgehê digre.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst