Astengên li pêşiya hilweşandina Parlamentoya Iraqê û hilbijartinên pêşwext

06-08-2022
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Parlamentoya Iraqê Hilweşandin Tevgera Sedr Hilbijartina Pêşwext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilweşandina Parlamentoya Iraqê û pêkanîna hilbijartineke din a pêşwext daxwazên herî nû yên Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir in. Herçend e ev heftiyeke aligirên Sedir di avahiya parlamentoyê de dest bi grevê kiribin û rê nedan ku parlamento bicive, lê cîbicîkirina vê daxwaza Sedir ne asan e, ji ber ku ligel beşeke Kurd û Sunneyan, razîbûna Çarçoveya Hevahengî ya Şîe jî pêwîst e, ku hevrika Tevgera Sedir e.

Xwepêşanderê Alîgirê Tevgera Sedir dibêje "Seyîd Muqteda sedir hemû çareyek ligel cêribandiye û sûda wê nebû, ji ber wê Seyîd Muqteda Sedir daxwaza hilbijartina pêşwext kir ligel rizgarkirina Iraqê ji gendelkaran. Bi eşkere di vê rewşê de zehmet e hilbijartin bê kirin, lê weke ku me çawa hilbijartin kir, em dikarin di demê 4 yan 5 mehên bê de hilbijartineke nû pêkbînin ku dibe guherîna çend maddeyên destûrê ligel be bo rêgirtina li sextekariyan di encamên hilbijartinê de.”

Daxwaza hilbijartina Parlamentoya Iraqê li gor maddeya 64 ya Destûra Federalî ya Iraqê, divê herî kêm ji aliyê 110 endamên Parlamentoyê ve bê pêşkêşkirin, yan jî ji aliyê serokwezîr ve bi razîbûna serokkomar bê pêşkêşkirin. Piştre pêwîste 1 ji nîvê zêdetir a tevahiya endamên parlamentoyê wate 166 parlamenter pesend bikin. 

Xwepêşanderê Alîgirê Tevgera Sedir got "Pêngava me ya din jî aşitîxwaz e, ku ji daxwaza hilbijartina parlamentoyê û hilbijartina pêşwext pêkt. Di wê hilbijartina pêşwext de dive gelê Iraqê ku niha rijyaye ser caddeyan wî bihilbijêre ku Seyîd Muqteda Sedir dixwaze, yan ewên ku xwedî rûmet.”

Bi gotina Komîsyonê eger Parlamentoya Iraqê bê hilweşandin, wê demê bo pêkanîna hilbijartineke nû herî kêm 6 meh ji bo amadekariyan pêwîst in, lê nakokiyên aliyên siyasî yên derbarê pêkanîna hilbijartinê, pêdagiriya li ser guherîna yasaya hilbajartinê û komîsyona hilbijartinan astengiyên mezin û rakirina wan ne asan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst