Li Iraqê bêkarî ji %16.5 bilind bûye

06-07-2022
RÛDAW
Li Iraqê bêkarî ji %16.5 bilind bûye
Li Iraqê bêkarî ji %16.5 bilind bûye
Nîşan Iraq Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber rewşa siyasî, ewlehî û darayî ya ku Iraq di salên borî de rûbirûyê wê bûye, li welatekî ku bi neft û samanên xwezayî dewlemend e, hejarî û bêkarî lê zêde bûye. Li gor encamên rêpîvaneke Wezareta Plandanîna Iraqê derbarê hêza kar li Iraqê, sala borî rêjeya bêkariyê bo ji sedî 16.5 bilind bûye.

Berdevkê Wezareta Plandanînê ya Iraqê Ebduzehre Hindawî got, “Bi piştrastbûn rêje bilind e, em behsa ji sedî 16.5 dikin li nav çalakiyên aborî li seranserê Iraqê. Ev rêjeyeke bilind e lê hinceta xweşiyê heye li gor wê dema ku piraniya proje û tevgera bazirganî rawestiya bûn, ev jî bê guman bandora wê hebû, û bû sedema bêkariyê û di encam de rêjeya bêkariyê bilind bûye.”

Dûrî çend metre ji deriyê Wezareta Plandanînê, bi sedan derçû û girêbest, xwepêşandan û nerazîbûnê tînin ziman.

Mistefa yek ji wan endazyaran e ku hatiye vir, nerazîbûnê tîne ziman û li gor pisporiya xwe li pey derfeta kar digere, pirsyara wî ew e sedem çi ye bi dehan kargeh û saziyên pîşesaziyê rawestiyane û li cihê karkerên navxwe kar bi karkerên biyanî tê kirin.

Endazyarê elektrîkê Mistefa Beyatî anî ziman, “Hikûmet daxwaza lêborînê dike ji ber ku şiyana wê nîne, cih nîne da ku endazyaran bixe ser kar. Ji aliyekî din ve bi amarên fermî, em dibihîzin bi hezaran kargeh ji karirinê hatine rawestandin. Li vir xemsarî heye. çima ev kargeh nayên bikar anîn.”

Xwepêşanderên bêkar dibêjin, kombûn û xwepêşandanên xwe berdewam dibin heta daxwaziyên wan bên cîbicîkirin.

Endamê Kongreya Sendîkaya Endazyarên Şaxa Rast Huseyn Newas anî ziman, “Nêzîkî 3 hezar endazyar îro li vir li pêş wezareta plandanînê kom bûne û nerazîbûnê tînin ziman. Em hêvîdar in cara bê hejmar zêdetir bibe û rêkarên tund jî werdigirin. Em ê daxwaziyan pêşkêşî hemû wezaretan bikin û serokatiya wezîran jî, em hêvîdar in bersiva daxwaziyên me bidin.”

Li gor lêkolîneke aborî, salane zêdeyî 170 hezar ciwan ji kolej û peymangehan derdiçin û kar bi dest wan nakeve.

Ligel hebûna hêza nû bo bazaran ku karkerên asayî ne, hejmara wan bi giştî digihêje 350 hezarî, ew di rewşeke xirab de ne ji ber nebûna derfetên karkirina li bazarên navxwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst