TUIKê rêjeya bêkariyê ya meha Nîsanê eşkere kir

12-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan TUIK Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên TUIKê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Nîsana îsal rêjeya bêkariyê ji %10.2 e û rêjeya bêkariya pênaseya berfireh jî gihiştiye ji %23.8an.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro Duşemê 12ê Hezîrana 2023an rêjeya bêkariyê ya meha Nîsanê eşkere kir. Li gor amarên TUIKê, di meha Nîsanê de hejmara bêkaran 74 hezar zêde bûye û gehiştiye 3 milyon û 585 hezar kesan. Herwiha bi zêdebûna rêjeya %0.1ê jî rêjeya bêkariyê bûye %10.2.

Rêjeya bêkariya mêran %8.1 û rêjeya bêkariya jinan jî %14.3 hatiye texmînkirin. Di Nîsanê de li gor meha Adarê kesên bûne xwediyê kar bi zêdebûna 521 hezar kesan gehiştiye 31 milyon û 610 hezar kesan. Wate rêjeya kesên bûne xwediyê karekî %0.8 zêde bûye û derketiye %48.4an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst