Navendeke Hevpeymanan û binkeya Eyn Esed rastî êrişan hatin

06-06-2021
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletî Eyn Esed Hevpeymanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navendeke dîplomasiyê ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Bexdayê hat mûşekbarankirin û li binkeya Eyn Esed jî du firokeyên bêfirokevan hatin xistin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li hejmara xwe ya Twitterê ragihand , “Demjimêr 00.15ê şeva Yekşemê, navenda piştgiriya dîplomasî ya Hevpeymanan rastî êrişa bi mûşekan hat.”

Li gor gotina Marotto, mûşekek li nêzikî wê navendê ket xwarê, lê ziyana canî û maddî nebûye û hêzên wan dest bi lêkolînê kirine û herwiha got jî, “Her êrişeke bo ser Iraqê, Herêma Kurdistanê yan jî Hevpeymanan binpêkirina desthilata saziyên Iraqî û desthilata yasa û serweriya Iraqê ye.”

 

 

Her şeva derbasbûyî zengila agahdarkirinê li nav binkeya serbazî ya Vîktorya ya li nêzikî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê lê da ku hêzên Amerîkî tê de ne.

Hefteya derbasbûyî hêzên emnî li herêma Kerkûkê dest bi ser 5 mûşekan de girtibûn ku bi arasteya Hewlêrê ve bo teqandinê hatibûn amadekirin.

Li aliyê din, Şaneya Emnî ya Iraqê ragihand, sibeha îro, du firokeyên bêfirokevan hatine xistin ku hewl didin binkeya asmanî ya Eyn Esed bikin armanc.

Binkeya asmanî ya Eyn Esed, yek ji wan binkeyan e ku berdewam rûbirûyê êrişên mûşekî û bi firokeyên bêfirokevan dibe ku li gor Amerîkayê, grûpên çekdar ên nêzîk li Îranê li pişt wan êrişan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst