IRAQ - Di kabîneya nû de 3 wezaret bi Kurdan tên dayîn

07-05-2020
RÛDAW
Nîşan Mistefa Kazimî Kurd Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Iraqê li ser bawerîdana kabîneya Mistefa Kazimî ku bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatibû raspardin, kom dibe. Di kabîneya nû de 3 wezareta dê bi Kurdan bên dayîn.

Mistefa Kazimî kabîneya xwe berî niha pêşkêşî parlamentoya Iraqê kiribû. Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re ragihand ku ti sedemek ji bo paşxistina civîna parlamentoyê tune ye.

Hedad diyar jî kir ku di parlamentoya ku ji 329 kursiyan pêk tê, 50+1 deng pêwîst in ji bo bawerîdana bi kabîneyê.

Tê çaverêkirin ku kabîneya Mistefa Kazimî ji parlamentoyê baweriyê werbigire û tê ragihandin ku eger guhertinek nû çê nebe 3 wezaret dê bo Kurdan bin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî berî niha aşkere kiribû ku di kabîneya nû de 12 wezaret dê bi Şîe, 6 bi Sunne û 3 wezaret jî dê bi Kurdan bên dayîn. Herwiha wezaret dê bi Tirkmenan û yek jî dê bi Krîstiyanan bê dayîn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Wezareta Darayî ku berî niha bi Kurdan hatibû dayîn dê vê carê bi Şîeyan bê dayîn.

Lê li gor zanyariyan, wezaretên derve, avedankirin û dadê dê bi Kurdan bên dayîn. Her li gor zanyariyan, Fûad Husên ku Wezîrê Darayî ye, dê bibe Wezîrê Derve, Xalid Şivanî dê bibe Wezîrê Dadê û Nazenin Mihemed Uso jî dê bibe Wezîrê Avedankirinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst