Qasim Erecî: Dawiya îsal dê hemû hêzên biyanî yên şerker ji Iraqê derkevin

05-11-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Asayişa Niştmaniya Iraqê Qasim Erecî ragihand ku di dawiya îsal de ti hêzeke biyanî ya şerker li Iraqê namîne û tekez kir ku hikûmet pabendî parastina ewlehiya endamên Hevpeymaniya Navdewletî dibe ewên ku şêwirê didin hêzên Iraqî.

Ofîsa Şêwirmendê Asayişa Niştmaniya Iraqê roja Pêncşemê 4ê Mijdara 2021an di daxuyaniyekê de ragihand ku Qasim Erecî di vê rojê de serpirştiya civîneke hevbeş a teknînî û leşkerî di navbera Iraq û  Hevpeymaniya Navdewletî de kiriye.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de nirxandin bo rewşa Iraqê hatiye kirin bi taybetî pêngavên Hevpeymaniya Navdewletî di çarçoveya biryarên diyaloga stratijîk a navbera Iraq û Amerîkayê de.

Qasim Erecî tekezî li ser karê bê yê hevpeymanan li Iraqê kiriye ku ew jî rawêjkirin, rahênakirin û pêşxitina karîna hêzên ewlelkarî yên Iraqê ye û amaje bi wê yekê kiriye ku di demên bê de dê herdû alî cardin bicivin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Erecî herwiha ragihandiye ku di dawiya îsal de ti hêzeke biyanî ya şerker li Iraqê namîne û tekez kiriye ku hikûmet pabendî parastina ewlehiya endamên Hevpeymaniya Navdewletî dibe ewên ku şêwirê didin hêzên Iraqî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst