Hevpeymaniya Navdewletî zêdetirî 600 milyon dolaran ji bo Iraqê û Sûriyê vediqetîne

08-06-2023
Loloxan
Hevpeymaniya Navdewletî zêdetirî 600 milyon dolaran ji bo Iraqê û Sûriyê vediqetîne
Hevpeymaniya Navdewletî zêdetirî 600 milyon dolaran ji bo Iraqê û Sûriyê vediqetîne
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Riyadê yê paytexta Siûdiyê civîna welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê birêve çû. Wezîrê Derveyê Amerîkayê Antony Blinken ji welatan xwest ku welatiyên xwe yên çekdarên DAIŞê ji nava kampên Rojavayê Kurdistanê bibin cem xwe. Hevpeymaniya Navdewletî dê bêhtirî 600 mîlyon dolaran ji bo aramkirina Sûriyê û Iraqê veqetîne.

Hevpeymaniyeke ku endamên wê dixwazin di erkê xwe de berdewam bin heta Iraq û Sûriyê bi temamî aram bibin û metirsiya derketina grûpên tundrew hevawayê DAIŞê nemînin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken anî ziman, “Tevî hemû pêşveçûnan, şer bi dawî nebûye. Lewra ez dixwazim îro balê bikişînim ser wan pirsên ku pêwîstiya wan bi çareseriya bilez heye bo bidawîanîna yekcarî bi DAIŞê. Yekem, alîkarî bo aramîkirina temam a Iraq û Sûriyê. Xirabiya rewşa ewlekarî û mirovî, nebûna derfeta geşbûna aborî, ev hemû ew rewşa ku DAIŞ wê keysbaz dike û xelkê tevlîhev dike. Lewra divê pabendbûna me bo bidestxistina armancan bo aramiya rewşê berdewam be, her wiha çawa me di kampeyna serbazî de derencamên wan armancên serkeftî di meydana şer de dîtibû.”

Amerîka wek pêşenga vê hevpeymaniyê ye, stratejya siberojê ya Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, ku ji wergirtina kesûkarên çekdarên DAIŞê ji wan welatên ku ji wan hatine pêk tê, herwiha kêmkirina hejmara kampên qurbaniyên şerê DAIŞê ku li navçeyê hene.

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê piştî êrîşên DAIŞê li ser Iraq û Sûriyê di sala 2014an de hatiye damezrandin, niha ji 86 welatan pêk tê.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan got, “Divê em hemû bihevre kar bikin bo jinavbirina her derfetekê ku ev rêxistin li pey digere, daku keysbaz bike bo birina endam û alîgirên nû. Lewra em pêşniyar dikin grûpa kar a hevpeymaniyê ya dijî terorê taybet bi binbirrkirina propagendeyên DAIŞê karên xwe xurtir bike dijî her hewlekê bo bêrêzkirina li sembolên olî û cihên pîroz û karên têkder û hemû kiryarekê ku dibe sedema çêkirina ne aramiyê li navçeyê.”

Wezîrê derve yê Amerîka ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî hewl dide zêdeyî 600 milyon dolar kom bike ev jî wek hewlekê bo aramîkirina navçeyên cuda yên Iraq û Sûriyê û di çarçoveya vê bernameyê de jî Amerîka biryar daye zêdeyî 148 milyon dolar veqetîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst