Serokên Çarçoveya Hevahengiyê dê li Bexdayê bicivin

04-08-2022
RÛDAW
Nîşan Çarçoveya Hevahengiyê Bexda Muqteda Sedr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên aliyên siyasî yên di nav hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de dê li Bexdayê bicivin û rewşa Iraqê û daxwazên Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr gotûbêj bikin.

Berdevkê Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê Elî Defaî îro Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, serokên partiyên di nav hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de dê li mala Serokê Tevgera Hîkme Emmar Hekîm bicivin.

Hat diyarkirin ku di civînê de, dê serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê behsa rewşa niha ya Iraqê û rêyên derbaskirina wê û daxwazên Muqteda Sedr bikin.

Roja Şemiyê 30ê Tîrmeha 2022an, alîgirên Tevgera Sedr li meydana Tehrîr a Bexdayê dest bi xwepêşandanan kirin, derbasî nav Parlamentoya Iraqê bûn û dest bi greva rûniştinê kirin.

Roja 3ê Tebaxa 2022an Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr gotarek pêşkêş kir û daxwaza hilweşandina parlamentoya niha ya Iraqê û hilbijartinên pêşwext kir. Aliyên di Çarçoveya Hevahengiyê de li ser daxwaza Sedr xwedî nêrînên cuda ne.

Malikî roja Çarşemê piştî axaftina Sedr, li ser Twitterê bêyî ku li ser hilbijartinên pêşwext biaxive got, “Diyaloga cidî ya ku em jê hêvîdar in ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi vegerandina destûrê û rêzgirtina li saziyên destûrî heye.”

Parlamenterê Dewleta Yasa li Parlamentoya Iraqê Arif Hemamî ji Rûdawê re anî ziman, “Em di bin qanûna hilbijartinan, komîsyona hilbijartinan û hikûmeta niha ya Iraqê naçin hilbijartinên pêşwext, divê her sê jî bên guhertin.”

Hadî Amirî di 4ê Tebaxa 2022an de di daxuyaniyekê de got, “Em piştevaniya lidarxistina hilbijartinên pêşwext dikin ku ji aliyê Seyîd Muqteda Sedr ve hatiye behskirin, bi taybetî hilbijartinên berê rastî lêpirsîn û nerazîbûnan hatin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst