Fransayê “kampanyaya nefretê” ya li dijî Kurdên Êzidî şermezar kir

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan Balyozxaneya Fransayê ya Iraqê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Fransayê ya Iraqê di daxuyaniyekê de got, “Em gotarên nefretê yên vê dawiyê yên li dijî Êzidiyan ku di nav de parastina tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve li dijî Êzidiyan hatine kirin jî hene, bi tundî şermezar dikin.”

Hefteya borî di çend vîdeoyên ku li ser torên civakî hatin belavkirin de hat dîtin ku ji bo şermezarkirina vegera çend malbatên Ereb ji bo Şingalê, Kurdên Êzidî nerazîbûna xwe nîşan didin lê hinek aliyan wek ku êrîşî mizgeftekê hatiye kirin nîşan dan ji ber vê yekê hinek alî û welatiyan “gotinên nefretê” li dijî Kurdên Êzidî belav kirin.

Balyozxaneya Fransayê ya li Bexdayê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Tekezî li ser mafê Êzidiyan dike ku di nav aramî, ewlekarî û bi rûmet de bijîn, wek civakên din ên Iraqê.”

Balyozxaneyê her wiha tekezî li ser wê yekê dike ku “Pabendbûna Franseyê ya ji bo piştgirîkirina Êzidiyan li Iraqê dupat dike, çi mafê jiyaneke birûmet be li deverên ku ew berê bûne armanc ji aliyê DAIŞê ve yan jî di şerê li dijî xwe dizîna ji qanûnê de.”

Balyozxaneyê daxwaz ji saziyên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li ser hewlên xwe yên ji bo baştirkirina ewlehî, rêvebirin û avakirina Şingalê berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst