Li Belûçistanê 6 endamên Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê hatin kuştin

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sîstan û Belûçistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di encama şer û pevçûnên bi komeke çekdar re 6 endamên Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê hatin kuştin.

Rêveberiya Ragihandinê ya Polîsê Îranê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Şeva borî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di encama êrîşeke terorîstî ya grûpeke çekdar û dijber de 6 endamên pasewanên Miza Ser canê xwe ji dest dan.”

Rêveberiya Ragihandinê ya Polîsê Îranê got, “Di şer û pevçûnan de hejmarek endamên koma çekdar hatin kuştin û piştre ji cihê bûyerê çûn.”

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Polîsê Îranê û Fermandarê Pasewanên Sînorî ji bo lêkolîna bûyerê serdana parêzgeha Sîstan û Belûçistanê kiriye. Polîs dibêje ku ev êrîşa "necamêrane" dê bê bersiv nemîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst