Li Îranê bi dronan êriş: 2 kuştî

26-04-2024
Nîşan Îran Dron Sîstan û Belûçistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Sistan û Balûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê du kes bi dronan hatin kuştin.

Ajansa fermî ya Îranê (IRNA) ragihand ku ev êriş li herêma Şuruyê ji aliyê hêzên ewlehiyên yên Îranê ve hatiye encamdan.

IRNAyê ew kes wekî “terorîst”an bi nav kirin lê negot bê endamên kîjan rêxistinê ne.

Ceyşul Edl rêxistineke Belûçiyan e û carinan li eyaleta Sistan û Balûçistanê li beramberî hêzên ewlehiyên yên Îranê çalakiyan li dar dixe.

4ê Nîsanê jî li bajarê Raskê yê eyaleta Sîstan û Belûçistanê êrişî du baregehên leşkerî hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst