Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Xuzistanê ya li başûrrojavayê Îranê erdhejeke bi hêza 5,6 pileyan rû da.
Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê daxuyand ku navenda erdhejê bajarê Heftgelê yê Xuzistanê ye.
Li gorî daxuyaniyê, erdhejê saet 07:32yan rû daye.
Her wiha kûrahiya wê jî 10 kîlometre bûye.
Heta niha li ser hebûn an nebûna ti xisaran ti agahî nehatine dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse