Tehran; 4 kesên din di bûyerên girtîgeha Êvîn de canê xwe ji dest dan

17-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Desthilata Dadê ya Îranê ragihand, 4 girtiyên din li Zîndana Êvî a Tehranê canê xwe ji dest dane. Pêştir Îranê canjidestdana 4 girtiyên di wê girtîgehê de ragihandibû û bi vê yekê heta niha 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Desthilata Dadê ya Îranê îro Duşembê 17ê Cotmeha 2022an ragihand, ew 4 kes roja Yekşembê piştî nîvro canê xwe ji dest dane û 6 birîndarên din ên bûyerên şeva 15ê Cotmeha 2022 a Zîndana Êvînê hêj li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Roja Yekşembê jî desthilata dadê ya Îranê gotibû, bi sedema şewata li girtîgeha Êvînê 4 kesan canê xwe ji dest dane ku li ser diziyê hatibûn girtin û 61 kes jî birîndar bûn ku rewşa tendirustiya 4 kesan ne baş e.

Şeva Şembiyê 15ê Cotmeha 2022 agir bi beşek ji girtîgeha Êvîn a Tehranê ketibû û hevdem dengê teqînan û guleyan dihat bihîstin.

Rayedarên Îranê ji destpêkê ve bi awayên cuda behsa bûyerên li girtîgeha Êvînê dikin.

Desthilata Dadê ya Îranê di yekemîn daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de ragihand, 4 kes bi sedema dûkelê xeniqîne û canê xwe ji dest dane.

Medyaya fermî ya Îranê roja Yekşembê ragihand, di benda 4 a girtîgeha Êvînê de ew kesên ku li ser dizî û pirsgirêkên darayî hatine girtin, bi hev re şer kirine û piştre hejmarek ji girtiyan agir berdane kargeheke dirûna cilûbergan a di girtîgehê de.

Dilgiraniya li hemberî rewşa nav zîndana Êvîn a Tehranê berdewam e

Dilgiranî li hember rewşa nav zîndana Êvîn a Tehranê berdewam in. Desthilata Dadê ya Îranê bi fermî ragihand ku di bûyera şeva Şemiyê de li zîndana Êvînê 4 girityan canê xwe ji dest dane û 61 girtî jî birîndar bûne. Hejmareke girtiyan ji zîndana Êvîn hatine derxistin û ji bo zîndanên din hatine veguhestin.

Parêzerên Îranê dibêjin, dibe ku canjidestdan zêdetir be, ji ber ku teqeyeke zêde li nav zîndanê hatiye kirin. Parêzer, Msitefa Nîlî di twittekê de ragihandiye, ew agehdar e ku girtiyên benda 8 a Êvînê hatine veguhestin, hejmarek ji wan bo zîndana Recayî Şehr a Kerecê birine, 12 girtî jî li bingeha tendirustiyê hatine razandin.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê derbarê bûyerên li Girtîgeha Êvînê de bertek nîşan dan û hikûmeta Îranê wek berpirsyarê silametiya canê welatiyên xwediyên du welatînameyan nîşan dan.

Berpirsî Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand, Îran berpirsyarê silametiya girityan e, bi taybetî ew ewropiyên ku bê guneh hatine girtin û di zîndana Êvînê de ne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî ragihand, Îran di ber silametiya welatiyên Amerîkî yên xwediyê du welatînameyan de berpiryar e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst